Agirê Newrozê bi peyama têkoşînê geş dibe – ANALÎZ

Newroz ji bo gelê Kurd bi taybetî ji bo jinan ne tenê cejn e, ew peyama têkoşîn û nûbûnê ye jî. Ew di vê cejnê de soza xwe ya ji bo mafê jiyana azad û bi rûmet nû dikin.

HIZAMÎ MEHCÛB*

Cejna Newrozê ji bo gelê Kurd cejnek watedar û hêja ye. Tenê pîrozkirina sersala nû nîne, ew sembola azadî, serkeftin û mîrateya têkoşînê ya gelê Kurd e jî. Her sal di 21'ê Adarê de Kurd têkoşîna xwe ya li dijî niheqiyê bi îlhama efsaneya Kawayê Hesinkar ê ku agirê şoreşê li dijî Dehaqê zalim daye destpêkirin, bi bîr tînin. Ji wê demê ve Newroz bûye cejna rizgarkirin û xwe nûkirinê.

Têkoşîna jina Kurd li cîhanê deng vedaye

Lê destana têkoşîna Kurdan bi mêran re sînordar nebû. Jinên Kurd bi xwîn û sekna xwe, bi pêşengî, têkoşîn û serkeftinê, bi rihê azadiyê yê ku nûnertiya vê cejnê dike, navê xwe di nava berxwedanê de xemilandiye. Jina Kurd tu car tenê nebûye alîgirê tevgera rizgarîxwaz, di nava têkoşînê de cîh girtiye, çek hilgirtiye, li hember zilimê serî hildaye û pêşengiya tevgera siyasî û civakî kiriye. Ya ku jina Kurd cuda dike ew e ku ji pirsgirêkên gelê xwe qut nebûye. Têkoşîna xwe ya li dijî biçûkxistin û cudakariyê kiriye perçeyek bingehîn ê têkoşîna mezin a azadiyê. Jina Kurd li kêleka mêran partiyên siyasî û gelek sazî bi rêve dibe. Ev jî li cîhanê dibe modela edalet û wekheviyê.

Ev îrade hêzek xurt da min

Newroz ji bo jinên Kurd ne tenê cejn e, ew roja nûkirina soza berxwedanê ye û bîranîna şervanên jin ên di parastina ax û rûmetê de canê xwe feda kirin e. Jinên Kurd bi zordestiya ducarî, netewî û mêran re rû bi rû man, lê îradeya wê ew kir hêzeke gelek xurt. Jina Kurd ne tenê daxwaza mafên xwe kir. Wê bi têkoşîn û sekna xwe mafên xwe bidest xist. Bû mînaka jina azad a ku dîrokê diafirîne û li benda naskirina tu kesî namîne.

Newroz bi banga Rêber Ocalan re cuda bû

Newroza îsal di nava geşedanên siyasî yên girîng de pêk tê. Bi taybetî bi banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan re. Di têkoşînê de ev bang wek pêvajoyek nû tê dîtin. Gelê Kurd vê Newrozê bi hêviya serkeftinê, bi banga aştî û avakirina civaka demokratîk pîroz dike. Jina Kurd tenê sembola berxwedanê nîne. Ew di qada siyasî û civakî de hêzeke bingehîn e, wê bi rêve dibe, li ber xwe dide û xwe li ser nexşeya siyasî bê dudilî ferz dike.

Gelê Kurd bi dagirkeriyê re rûbirû ye

Tevî ku li gelek dewletan Cejna Newrozê fermî hatiye qebûlkirin jî, pirsgirêka Kurdî rastî kêşeyên siyasî tê. Herêmên Kurdan heya niha bi dagirkerî û koçberiyê re rûbirû dimîne. Di nava vê cengê de jina kurd têkoşîna xwe ji bo azadiya gelê xwe didomîne. Lê wê îspat kir ku azadiya rast bi rolên hevpar hewce ye û divê têkoşîna azadiyê berfirehtir bibe.

Newroz agirê ku nayê vemirandin e

Newroz ne tenê cejn e, ew peyama têkoşîn û nûbûnê ye jî. Gelê Kurd di vê cejnê de soza xwe ya ji bo mafê jiyana azad û birûmet nû dike. Newroz şewqa ku tarî nabe, agirê ku venamire û soza ku nayê şikandin e. Bi riya Newrozê jina Kurd mîrata berxwedan û têkoşîna dem dirêj ava dike û di wê baweriyê de ne ku azadî wê nêz be.

*Nivîskar û rojnamegera Tûnisî