Şilêr Mam Qadrî piştî 91 rojan bi kefalet hate berdan
Şilêr Mam Qadrî ya nexweşa pençeşêra memikê ye, piştî girtina xwe ya 91 rojan bi kefaleta 15 milyar tûmen bi awayekî demkî hate berdan. Lêbelê, doza qanûnî ya der barê wê de hêj didome.
Navenda Nûçeyan – Girtiya siyasî Şilêr Mam Qadrî ya 34 salî ya ji Mehabadê û nexweşa pençeşêra memikê ye, piştî 91 rojan bi dayîna kefaleta 15 milyar tûmen bi awayekî demkî hate berdan.
Şilêr Mam Qadrî ya beriya were girtin, debara dayîk û malbata xwe dikir, bi kefaleta 15 milyar Tûmen bi awayekî demkî hate berdan. Li gorî çavkaniyên mafên mirovan, Şilêr Mam Qadrî ku di 9’ê Adarê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate girtin, di dema girtina xwe de rastî îşkenceyên giran ên fîzîkî û derûnî hatiye.
Rastî îşkenceyê hat
Li gorî raporan, Şilêr Mam Qadrî di dawiya meha Gulanê de ji ber di lêpirsînê de pir îşkence lê hatiye kirin lewra hestiyên wê şkestine û xwûnjêçûna hûndirîn derbas kiriye. Ji ber xirabûna rewşa xwe ya tenduristiyê, di bin ewlehiya giran de ji bo emeliyate sewqî navendek bijîşkî hate kirin.
Parêzvanên mafên mirovan, balkişandin ser rewşa tenduristiyê ya Mam Qadrî ya nexweşa penceşêrê ye û diyar kirin ku girtina wê ya berdewam a bêyî lênêrîna bijîşkî ya têrker wê ji bo jiyana wê bibe sedema xetereyek cidî.
Doza derbarê wê de didome
Şilêr Mam Qadrî, bi kefaleta 15 milyar tûmen bi awayekî demkî hate berdan, lêbelê pêvajoya qanûnî ya der barê wê de hêj didome. Ew ê heta roja dadgehê li derveyî girtîgehê bimîne. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hêj jî der barê Şilêr Mam Qadrî de tu biryareke teqezbûyî an jî dadgehê nîne.
Fikarên li ser tenduristiya girtiyên nexweş
Doza Şilêr Mam Qadrî fikarên li ser rewşa girtiyên nexweş û gihîştina wan a xizmetên tenduristiyê jî nû ve anî rojevê. Rêxistinên mafên mirovan, der barê girtina mirovên xwedî nexweşiyên giran a bêyî dermankirin û lênêrîna bijîşkî ya têrker, wê bibe sedema encamên cidî ya li ser tenduristî û jiyana wan de hişyariyan didin.