Şîlan Ehmed: Tevger çek datîne û berê xwe dide diyalogê
Tevgera Azadiyê piştî pevçûnên dehsalan, ji têkoşîna çekdarî gavên diyalogê davêje. Ev veguhertina stratejîk, biryardariya gelê Kurd a parastina mafên xwe ya bi rêbazên aştiyane û hêviya aştiyek nû ya li herêmê tîne rojevê.
					HÊLÎN AHMED
Silêmanî – Pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, mîna yek ji pirsgirêkên herî aloz û demdirêj ên Rojhilata Navîn derdikeve pêş. Pêvçûnên bi dehan salan dom kir, ne tenê têkoşînek çekdarî ye; nîqaşek kûr a li ser nasname, mafên siyasî û çandî yên gelê Kurd jî nîşan dide. Di pêvajoya dawî de arestebûna Tevgera Azadiyê ya ji têkoşîna çekdarî ya ber bi diyaloga siyasî ve û gavên wê yên ber bi aştiyê ve, him li hundirê Tirkiyeyê û him jî di areneya navnetewî de hêviyên aştiyê ji nû ve zindî dike. Ev geşedanan, biryardariya veguherîna stratejîk a tevgera Kurd û parastina mafên xwe yên civakî û siyasî ya bi rêbazên aştiyane, radixe berçavan.
Di pêvajoya ku armanc dike têkiliya di navbera dewleta Tirk û Kurdan de ji nû ve pênase bike de, nîşanên nû yên veguherîna siyasî derdikeve holê. Ev hewldanan, bi reformên navxweyî û pejirandina zimanekî zelaltir a ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve tê piştgirîkirin, ji bo pêşveçûna mesela aştiyê têkariyê dike. Hewildanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di vê pêvajoyê de mîna xalek werçerxê ya dîrokî derdikeve pêş. Banga Abdullah Ocalan a aştî û demokrasiyê, bala navneteweyî dikşîne û îspat dike ku gelê Kurd alîgirê aştiyê ye. Naskirina van hewildanan a di asta navneteweyî de, rewatiya daxwazên gelê Kurd zêdekir û lêgerîna Kurdan a çareseriyek adil û aştiyane kûrtir kir.
‘Kongreya PKK’ê bû xala werçerxê’
Pispora têkiliyên navneteweyî û dîplomasiyê Şîlan Ehmed, da zanîn Kongreya PKK’ê di rêça tevgerê de xalekî werçerxê ya girîng avakir. Şîlan Ehmed, wiha axivî: “Di kongreyê de bi peyamên ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatin şandin re banga derbasbûna ji têkoşîna çekdarî ya ber bi têkoşîna siyasî ya demokratîk ve hate kirin û van peyaman di nava tevgerê de bû sedema dengvedanek mezin. Bi daxuyaniya ku di 11’ê Tîrmehê de hate dayîn re, amadebûna xwe ya ji bo têkoşîna siyasî diyar kir û ev gav mîna derbasbûna sembolîk a danîna çekan hate nirxandin. Ev veguherîn ne tenê guhertinek rêbazê ye, mîna gavek kûr a xwedî aliyên siyasî û civakî tê dîtin. Tevger, biryardariya xwe ya ji bo domandina daxwazên xwe yên mafên siyasî û çandî ya bi rêbazên aştiyane û demokratîk danî holê.”
‘Vekişîn veguherînek stratejîk e’
Şîlan Ehmed, diyar kir ku di 26’ê Cotmehê de vekişîna Tevgera Azadiyê ji Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, di pêvajoya avakirina baweriya siyasî de mîna gava duyemîn tê dîtin. Şîlan Ehmed, da zanîn ev biryarê nîşanî Tirkiyeyê dide ku êdî armanc ne şerê çekdarî ye, beşdarbûna diyalogek siyasî ya cidî ye. Şîlan Ehmed, destnîşan kir ku vekişîn ne tenê gavek taktîkî ya qadê ye, veguherînek stratejîke jî. Şîlan Ehmed, diyar kir Tirkiyeyê vê vekişînê mîna gavek taktîkî ya demkî dît û ji ber ku avakirinek baweriya kûr nehat bidestxistin, pêvajoya aştiyê hê jî di rewşek qels de ye.
‘Jinan di dîroka Tevgerê de roleke girîng lîstin’
Şîlan Ehmed, da zanîn erkdarkirina jinan a di pêvajoya aştiyê de têgihîştinek nû tîne. Şîlan Ehmed, destnîşan kir ku jin di avakirina aştiyê de rolek navendî dilîzin û anî ziman ku ev yek tê wateya guhertineke civakî ya ne tenê bi muzakereyên siyasî re sînordar e. Şîlan Ehmed, destnîşan kir ku divê Tirkiye di vê qonaxê de ji bo pêşvebirina pêvajoya aştiyê berpirsyariyek siyasî ya rasterast bigre û diyar kir naskirina mafên çandî yên bingehîn ên Kurdan û ji nû ve nirxandina dosyayên girtiyên siyasî, xwedî girîngiyek jiyanî ye.
Şîlan Ehmed, da zanîn aştiya rasteqîn wê bi avakirina baweriya hevbeş a di navbera aliyan de bê mîsogerkirin û tenê bi lihevkirinên şêweyî re nepêkan e. Şîlan Ehmed, wiha got: “Ger Tirkiye pirsgirêka Kurd ne tenê mîna pirsgirêkek ewlehiyê, mîna pirsgirêkek mafên mirovan bigre dest, ev nêzîkatî li Tirkiyeyê ji bo xurtkirina aştiyê û aramiya herêmê têkariyek mezin mîsoger bike.”