Şer û krîza aborî cotkarên Beluc berbi îflasê ve dibe

Domandina şertên şer û têkçûna bazar û sewqiyatê, ziyanek zêde daye cotkarên Beluc û debara wan berbi krîzek cidî ve biriye.

Navenda Nûçeyan – Li gorî Mafê Mirovan a Belucistanê, ji ber şer û kûrbûna krîza aborî, li herêmên Sistan û Belucistanê cotkar rûbirûyî windahiyên giran ên malî û pirsgirêkên cidî yên derbarê ne.

Li gorî raporên xwecihî, her sal cotkarên ku debara xwe bi hilberandina berhemên wek pîvaz, zebeş û fêkî û sebseyên din pêktînin, di derfeta ku îsal berhemên xwe bi firoşin de daketinek cidî dijîn.

Rewşa şer ziyanê dide cotkaran

Çavkaniyên xwecihî diyar dikin ku ev rewş ziyanek zêde ya cotkaran. Girtina sînoran, bi awayek zêde bihabûna malyeta balhilgiran, zêdebûna mûçeyên karkeran û têkçûna di balhilgiriyê de, gihandina berhaman ji bo bazarên hundir û derve de, bi awayek cidî zor kiriye. Ji ber vê gelek cotkar neçar mane berhemên xwe li baxçeyê çandiyê bihêlin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, di mehên dawî de di astek zêde de hilberîn û malyetên çinînê zêde bûne, lê belê di heman demê de ne dîtina bikiran û zoriyên di hilgirtina berhaman de bû sedem ku gelek malbatên cotkar rû bi rûyî xeteriya keda wan tune bibin in.

Ev rewş ne tenê dibe sedemê tunebûna berhemên wan, di heman demê de li ser malbatên cotkar ên Beluc zextek giran a aborî ava kiriye û ewlehiya derbarê aniye halê gef lê were xwarin.

Cotkar berbi îflasê ve diçe

Rapor, nîşan dide ku cotkarên Beluc, li gorî salên borî rû bi rûyî bînesaziyên kêm, tora belavkirina lawaz, kêmbûna desteka dewletê û polîtîkayên bê bandor ên aborî ne. Lê belê bi dijwariya şertên şer re, ev pirsgirêk giha astên berfireh.

Aktivîstên xwecihî hişyarî didin ku, ger ev pêvajo wiha bidome, wê li herêmê xizanî zêde bibe, deyn mezin bibin û hê zêdetir cotkar îflas bikin. Li vê herêmê çandinî, ji bo gelek malbatan tekane çavkaniya debar û jiyanê ye.