Şêniyên Reqayê li dijî tecrîd û îşkenceya li Îmraliyê meşiyan

Şêniyên Reqayê li dijî pergala îşkenceyê ya ku dewleta Tirk li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşîne, meşek girseyî li dar xist û peyama ‘Bi fikrê neteweya demokratîk em ê Komploya Navneteweyî têk bibin’ dan.

Reqa – Bi pêşengiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi sedan şêniyên Reqayê li dijî pergala îşkenceyê ya ku dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne, meşek li dar xist. Di meşê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê û partiyên siyasî jî amade bûn.

Meşê ji pêşiya Nexweşxaneya Kevn a Zarokan dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û pankartên "Bi fikrê neteweya demokratîk em ê Komploya Navneteweyî têk bibin", "Bi îradeya gelan em ê pergala Îmraliyê hilweşînin" û "Bi rih û felsefeya neteweya demokratîk em ber bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah ve dimeşin" hatin vekirin.

‘Bi saya ramanên Rêbertî jinan mafên xwe nas kirin’

Beşdarên meşê li Qada Jina Azad sekinîn. Li vir berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Buseyna Ebdo axivî. Buseyna anî ziman ku ji 25 salan ve dewleta Tirk a dagirker di nava bêdengiya rêxistinên navneteweyî û CPT’yê de pergala îşkence û qirkirinê li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne.

Buseyna Ebdo diyar kir ku paradîgmaya Rêbertî ji şer  û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û cîhanê re çareserî ye û wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker çi bike jî nikare ramanên azad li ser gelên azadîxwaz qut bike. Rêbertî projeya neteweya demokratîk, piransîpên yekitiya gelan, wekhevî û edaletê pêşkêş kirin. Bi saya ramanên Rêbertî jinan mafên xwe nas kirine û di tevahî qadan de rola xwe pêk tînin."

‘Em ê heya azadiya fîzîkî her tim tê bikoşin û li ber xwe bidin’

Her wiha, got divê tevahî jinên cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bibin yek û ev peyam da: "Em jinên azad ên Zenûbiya erka me ew e ku bi rêya teşhîrkirina siyaset û pêkanînên sîstematîk ku dewleta Tirk a dagirker dimeşîne, Rêbert Abdullah Ocalan biparêzin. Em soza xwe nû dikin ku em ê heya azadiya fîzîkî her tim tê bikoşin û li ber xwe bidin."

‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mifteya hemu pirsgirêkên Rojhilata Navîn e’

Berdevka Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Reqqayê Ebîr Hac Ebdullah a beşdarî meşê bû got: “Em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Abdullah Ocalan derketin, em bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî dikin. Ji ber ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî mifteya hemû pirsgirêkên li herêma Rojhilata Navîn e, tecrîda giran bi dawî bibe. Armanca azadiya Rêber Abdullah Ocalan bû sedema ku em weke jin ji zihniyeta desthilatdar û terorê rizgar bibin, di heman demê de em azadiya fîzîkî ya Rêbertî weke pêwîstiyeke lezgîn û daxwazeke pêwîst dibînin.”

‘Abdullah ocalan yekane parêzvanê mirovahiyê û azadiyê ye’

Ji rêvebera xeta başûr a Komeleya Jinan a kantona Reqayê Meryem El-Cerfjî got, “Rêber Abdullah Ocalan yekane parêzvanê mirovahiyê, azadiyê û doza gelan û bi taybet jinan e. Em bi vê meşê ji bo azadiya wî ya fîzîkî derketin derve.”