Binpêkirinên li Efrînê didomin, vegera koçberan tehdît dike
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye, kuştina 13 sivîlan û zêdetirî 70 bûyerên revandin û girtinê yên li herêmên Efrîn û Helebê belge kir û bang li hikûmeta demkî kir ku berpirsiyariyên xwe bigre ser xwe.
Navenda Nûçeyan – Rêxistineke mafên mirovan binpêkirinên berdewam ên ku li herêmên Efrîn û Helebê ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam û çeteyên dewleta Tirk ve têne kirin, eşkere kir. Di heman demê de hişyariyên li ser bandora van binpêkirinan li ser niştecihên resen û vegera koçberan hatin dayîn.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye rapora xwe ya mehane ya binpêkirinên li herêmên Efrîn û Helebê weşand. Rêxistinê kuştina 13 sivîlan û tomarkirina zêdetirî 70 bûyerên revandin û girtinê, ji bilî bi dehan bûyerên dizî û diziya çekdarî di meha Adarê ya borî de, diyar kir.
Rêxistinê bang li hikûmeta demkî û rêveberiya herêma Efrînê kir ku berpirsiyariyên xwe bigirin ser xwe û dawî li binpêkirinên li dijî nifûsa xwecihî bînin.
13 sivîl hatin kuştin 2 ji wan jin in
Li gorî raporê, rêxistinê li deverên cuda yên Efrîn û Helebê mirina 13 sivîlan, di nav wan de jinek û jinek ciwan, belge kiriye. Sedemên mirinê ji hev cûda ne, di nav wan de lehî, krîzên tenduristiyê, xwekuştin û hilweşîna avahiyek niştecihbûnê li taxa Eşrefiyê ya Helebê ku rewşa mirovî û ewlehiyê ya li herêmê xirabtir nîşan dide, hene.
Bûyerên revandinê didomin
Derbarê mijara girtinê de, rêxistinê zêdetirî 70 bûyerên revandin û binçavkirina kêfî tomar kirine, piraniya wan di dema bûyerên cejna Newrozê de çêbûne. Her wiha 4 xort li taxa Şêx Meqsûd a Helebê, wek beşek ji kampanyayên ewlehiyê yên berdewam ên ku sivîlan hedef digirin, hatin girtin.
Dizî û desteserkirin
Raporê balkişand ser berdewamiya dizî û şêlandina çekdarî ya li Efrînê. Raporê destnîşan kir ku dema ku niştecihên bajêr Newroz pîroz dikirin, çekdarên rûpoş êrîşî malên sivîlan kirine. Di nav bûyerên diziyê de desteserkirina 18 pez, zêr û pere ya li bajarê Cindirêsê, ji bilî êrîşên li ser sivîlan ku di nav wan de şofêrek erebeyê û zilamek û hevjîna wî li navçeya Şiyê jî hebûn.
Rêxistinê tekez kir ku ji ber nebûna ewlehiyê, kaosa berfireh û nebûna berpirsyariya qanûnî, desteserkirina milkê taybet li pêşiya vegera kesên koçber hê jî astengiyeke mezin e.
’Divê vegerek bi ewle bê garantîkirin’
Rêxistinê diyar kir ku karwanek ji zêdetirî 400 malbatên koçber ên ji Efrînê di 9’ê Adarê de, piştî rêkeftinek di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî de ji deverên herêma Cizîrê vegeriyane herêmê. Her wiha amadekarî ji bo vegera komeke din a ku ji bi qasî 500 malbatan pêk tê jî didomin.
Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriye di dawiya raporê de bang li hikûmeta demkî û rêveberiya herêmê kir ku tedbîrên lezgîn bigirin da ku niştecih û kesên vegeriyayî biparêzin, milkên wan vegerînin û binpêkirinên li dijî niştecihên resen, rawestînin.