Şêniyên Mexmûrê li dijî çekên kimyewî meşiyan
Gelê Mexmûrê li dijî bikar anîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li ser Başurê Kurdistanê meşekî girseyî lidarxist.
Mexmûr - Li wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclisa Gel û Meclisa Îştar li dijî bikaranîna çekên kîmyewî meşek girseyî hat lidarxistin. Gel di meşê de posterên HPG’yiyên di êrişên çekên kîmyawî de jiyana xwe ji dest dane rakirin. Meş ji ber deriyê avahiya saziya malbatên şehîdan destpêkir heya ber deriyê avahiya NY berdewam kir. Piştî dawîbûna meşê daxuyaniyek ji bo raya giştî ya cîhanê hat dayîn.
Mamoste Saîd Çomlek a daxuyanî da, bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî û wiha got; ‘’Dewleta dagirker li hember îradeya gelê Kurd bi salane êrişên hovane dide meşandin, ji bo têkbirina gerîlayên azadiyê hemû rê û rêbaz bikaranîn.”
Di daxuyaniyê de bal li ser bêdengiya dewletên navnetewî û saziya OPCW hat kişandin û wiha hat gotin; ’’Dewletên navnetewî bi zanebûn çavên xwe li karanîna çekên kîmyawî girtine, pêwîste raya giştî ya cîhanê li hember van êrişên hovane xwedî helwest bin, ev erkek miroviye û demokratîke li pêşiya me. Saziyên ku ji karanîna çekên kîmyawî berpirsyar pêwîste li erka xwe xwedî derkeve.’’
Jinên ku tevlî meşê bun hestên xwe wiha li dijî karanîna çekên kîmyewî anîn ziman.
‘Her kesek xwedî wijdan divê xwedî helwest be’
Dayika Sarya Marinos der barê erişên çekên kimyewi axivi û wiha got; ”Di kesayeta gerilayên azadiyê Kurdistanê de dijmin dixwaze gelê Kurd tune bike, dewlet dixwazin ji bo berjewendiyên xwe li ser çekên kimyewî ticaretê bikin û li ser gerilayên me bikartînin, em wek gelê Kurd tu caran van êrîşan qebul nekirine û em qebûl nakin. Hemu dewlet ji bo viya xwe bêdeng kirye, li hem berî hemû êrîşên li ser gelê Kurd û gerilayan tu helwet û bertekên dewletên navneteweyî nine.”
Sarya Marînos destnîşan kir ku her kesek xwedî wijdan divê xwedî helwest be û wiha domand; “Berxwedaniya ku gerilayên azadiyê dike ne tenê ji bo Kurdan tenê ye ji bo hemu civakên bindeste. Ji bo viya ji divê ku hemu kes li berxwedaniya gerilayan xwedî derbikeve û li gori berxwedaniya ku dikin tev bigerin, her kesê ku dibeje ez xwedî wijdanim bila li hemberî êrişan rabin.”
Sarya Marînos heri dawi bang li herkesî kir ku li dijî bikar anîna çekên kîmyewî xwedî helwest bin û wiha dawi li axaftinên xwe anî: “Ez bang li herkesi dikim û bi taybet li gelê Başurê Kurdistanê dikim ku rabin ser xwe û em Kurd hemi bibin yek û xwedî li gerilayên xwe û Kurdistanê derkevin.”