Şêniyên Kantona Firatê li dijî êrîşan meşiya

Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê li dijî êrîşên Dewleta Tirk ên ser sîvîlên li Bendava Tişrînê daketin gadan û êrîş şermezar kirin.

Kobanê – Şêniyên Kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser nobetdarên Bendava Tişrtînê ku ji bo bendava Tişrînê berê xwe dabûn bendavê bi meşek girseyî şermezarkirin.

Meş bi beşdarbûna hemû sazî û dezgehên bajarê Kobanê li qada Jina Azad a Bajarê Kobanê dest pêkir. Di  meşe de alên QSD û YPJ hatin hildan û bê navber diruşmeyên  “Bijî berxwedana QSD", “Berxwedan jiyanê " û " Bijî berxwedana Bendava Tişrînê " hat berzkirin.

 Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê  Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê Sara Xelîl axivî. 

Sara Xelîl  got: “Em êrîşên dewleta Tirk li Bendava Tişrînê em şermezar dikinز em şermezar dikin wekî hemû dine ku 8`emîn salvegera Efrînê ji bo . Tevî ku her roj komkujî li Bendava Berxwedanê tê kirin, lê dîsa jî gelê me berê xwe dide bendavê. Berxwedan bi hemu awayê didome. Ji bo van êrîşan ji em ji dewleta Tirk re dibêjin wê nikare îradeya vî gelî bişkînê."

Meşbi dirûşmeya "Bijî Berxwedana YPG û YPJ" û "Şehîd Namirin" bi dawî bû.