Şêniyên gundê Receb: Dê malên me û zeviyên me çawa bin?

Yek ji gundên Semsûrê yê bi navê Receb ku ji erdhejê xisarek mezin dît weke ‘herêma afetê’ hat îlankirin. Destûr nayê dayîn ku erdhejzede li gund malên nû çêbikin û nayê zanîn ku dê şêniyên gund biçin ku derê û zeviyên wan çi bibin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr- Di ser du erdhejên mezin ên ku navenda wan Mereş bû re 10 meh derbas bûn. Tevî ku çend meh derbas bûne jî malên erdhejê nehatin avakirin, li bajarên ku zirara mezin dîtin, welatî di kon û konteyniran de dimînin. Tevî bajaran, ji bo şêniyên li gundan jî tiştek nehatiye kirin. Li hinek gundan erdhejzede pirsgirêkên cih, av û cereyanê dijîn.

Riya gund piştî 3 rojan vebû

Li Semsûra ku di erdhejê de bi hezaran awahî hilweşiyabûn, tu guhertinek çênebûye. Ji bo gundên çiyayî ku piştî çend rojan alîkarî hat kirin jî gel di nava têkoşînê de ye û bi nêzbûna zivistanê re fikarên şêniyan zêde bûne. Li gundê Receb ê ku di erdhejê de bi dehan mal hilweşiyan û 11 kesan jiyana xwe ji dest dan; gel di nava rewşeke nediyar de ye. Gundê ku li navsera çiya ye, di dema erdhejê de ji ber ku rê ji berfê hatibûn girtin, bi rojan alîkarî negihîştinê, gundiyan bi derfetên xwe cenaze û kesên birîndar ji bin xirbeyan derxistin.

Li ser cenazeyan nobetê girtin!

Piştî sê rojan bi çûndina komên dilxwaz alîkarî ji şêniyên ku bi rojan ji bo gur wan nexwin li ber cenazeyan nobetê girtin. Di van rojên ku hejmara şêniyên gund kêm bûye de, şêniyên ku malên wan hilweşiyane li malên konteynir ên AFAD’ê yên li Çelîkhanê hatin bicihkirin. Şêniyên gund ên ku naxwazin mal û zeviyên xwe biterikînin jî li malên xwe yên ku xisara mezin dîtine dimînin.

Avakirina malan li gund hat qedexekirin

Li gundê ku beriya erdhejê karesatên xwezayî, aşît diket û lehî lê radibû, piştî erdhejê ji aliyê AFAD’ê ve weke ‘herêma afatê’ hat îlankirin. Bi vê yekê biryar hat girtin ku şêniyên gund li cihê malên xwe yên ku hilweşiyane êdî malan çênekin. Ji bo welatiyên li konan dimînin jî cereyan nehat dayîn. Gundiyên ku bertek nîşanî biryarê dan, nizanin dê biçin li ku gotin ku ew naxwazin dest ji mal û zeviyên xwe berdin. Şêniyên gund diyar kirin ku beriya çareserî were dîtin biryareke wiha dane û gotin ku ji wan re negotine dê biçin li ku bi cih bibin.

‘Hefteyek kon bi destên me neket’

Ji şêniyên gund Emîne Varol, ji me re behsa tiştên ku piştî erdhejê jiyane kir. Emîne Varol, bal kişand ku biryarên piştî erdhejê hatine girtin wan zêdetir mexdûr kirine û wiha got: “Destpêkê kon jî tunebûn. Hefteyek tu pêdiviyek me nehat bicihanîn. Piştî hefteyek kon dan me. Bi mehan em di konan de man. Dûre me ji xwe re konteynir kirî. Niha cereyan jî tune ye. Deh meh derbas bûn lê hê jî gelek kes di konan de dimînin.”

‘Em du caran mexdûr bûn’

Emîne Varol li ser biryara îlankirina ‘Herêma afetê’ wiha got: “Ji vê derê re dibêjin herêma afetê. Malên me û zeviyên me li vê derê ne. Em nizanin em ê çi bikin û pêşiya xwe nabînin. Hem mayîna li vê derê hem jî çêkirina xaniyan qedexe ye. Dewlet tu çareseriyê ji bo vê rewşê nabîne. Gelek mirovên vê derê çûn bajarê konteynir lê ew der jî çareserî nîn e. Em ê li wê derê çiqas bimînin. Ger destûr bidin me em ê ji nû ve malên xwe çêkin, zeviyên xwe biçînin. Ger gundî ji vê derê biçin dê li ku bi cih bibin. Hema dibêjin ‘biçin’ lê em ê biçin ku derê?”

‘Cihekî ku em biçin tune ye’

Emîne Varol herî dawî wiha got: “Em ê çawa dest ji keda xwe ya bi dehan salan berdin û biçin. Li vê derê hinek erdhejzede hê jî li konan dimînin. Alîkariya ku tê kirin têra me nake. Cihekî em lê bi cih bibin tune ye, bimînî bi awayekî biçî bi awayekî lewre cihekî ku em biçinê tune ye. Cihekî ku em bibêjin em biçin kirê bikin jî tune ye.”

‘Zivistanê em ê çi bikin?’

Elîf Varol jî diyar kir ku ew ji ber zivistana ku nêz dibe bi fikar in û wiha axivî: “Ez nexweş im kurê min nexweş e. Me li cihê ku tutûn li dihat çandin ji xwe re cihekî çêkir. Ne cereyan heye ne jî tiştek din. Em nizanin zivistanê em ê çi bikin. Em bêxwedî ne, nizanin çi bikin. Zivistana vê derê pir hişk derbas dibe. Piştî erdhejê cenazeyên me di bin berfê de man. Em nizanin îsal dê çi bibe. Erdhejek çêbû, gelek tiştan bi xwe re bir.”