Şengalî: Rêber Apo carek din hêvî û hêza azadbûnê da me
Civaka Êzidî yê li Geliyê Kersê ya Şengalê bi coş peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdar kirin gotin “Rêber Apo hêvî û hêza azadbûnê da me” û destnîşan kirin ku ew dixwazin Abdullah Ocalan bibînin.

Şengal – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyameke nû ji civaka êzidî re şand. Peyama Ocalan bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweser a Şengalê li Baxçeyê Serok Apo ya li Geliyê Kersê ji raya giştî re hat xwendin.
Piştî xwendina nameyê ku di nav girseyê de kêliyên hestiyar ava kir Endama Dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Suham Şengalî li ser navê jin û gelê Êzidî daxuyaniyek da.
Suham Şengalî ku ew wek rêveberiyên jin, ciwan, rûspî û oldarên Şengalê nameya ku Ocalan şandiye xwendine, li ser lêhûrbûn kirine û wiha got:
“Me di nameya Rêber Apo de wek her carî hêvî, hîs kirin, dilsozî û xem xwariya civaka xwe dît. Wek me wî nas kiriye û em ji felsefa wî ya azadiyê fêr bûne, dilsoziya Rêber Apo ya hevaltiya dîrokî, rûhî û fikriya bi civaka me ya êzîdî re di her hevokekî de belavê rûhê me dibû û me vê carek din dît. Bi vê nameya xwe re Rêber Apo carek din baweriya me bi me da xurt kirin. Dîsa hêvî û hêza azadbûnê da me. Di vê nameya Rêber Apo de dilsoziya girêdana rûhî ya ku me û Rêber Apo bi hev dide girêdan xûya bû.
‘Rêberê me em te tenê wek kesek nabînin’
Rêber Apo di destpêka nameya xwe da dibêje; “Ez ne Êzîdî me lê ez xem xwar û dilsozê vê civakê me’. Em jî wek civaka Êzîdî dibêjin; ‘Rêberê me em te wek kesek nabînin, em te wek Rêber, Pêşeng û Mamosteyê xem xwarê civaka xwe dibînin’. Wek civaka Êzîdî me tu wek rêhevalê xwe yê jidil dît. Em bi rêhevaltiya te ya bi baweriya me re kêfxweş û serbilind in. Wek civaka Êzîdî me cara yekê dît ku însanek xema me dixwe û ji bo azadiya civaka me tekoşîn dike. Li ser vê esasê em ji bo azadiya te û civaka xwe li ser bingeha Felsefa Netewa Demokratîk û biratiya gelan di heman demê de jî ji bo xweseriya Şengalê tekoşîna xwe dimeşînin û kar dikin.
Pêngava azadiyê du sal pey xwe hişt
Wek gelê Şengalê hemleya ji bo azadiya fîzîkiya Rêber Apo ku me daye destpêkirin, 2 salê xwe derbas dike. Me di nav van du salan de ji bo avakirina Pergala Netewa Demokratîk, Belavkirina Felsefeya Rêber Apo konferans, komxebat û semînera li darxist. Di heman demê de meş, daxûyanî li gor pêwîstiya hatin çêkirin. Nameyên ku Rêber Apo ji civaka me re şandî li her gund, komelgehan de hat xwendin û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi gel re hat nîqaş kirin.
‘Em dixwazin Rêber Apo bibînin‘
Di dawî de wek civaka Êzîdî em jî soz didin Rêber Apo; Rêberê me ji bo azadiya te ya fîzîkî , Xweseriya Şengalê û hesab xwestina Fermanê heya dawî em ê tekoşîn bikin. Em ê gelê xwe ji fermana biparêz in. Em wek Civaka Êzîdî carek din soz didin û dibêjin; Ger Rêber Apo were Şengalê, em ê wî bi cil û bergê xwe yê gelerî wek Rêberek civaka xwe pêşwazî bikin.”
Em wek civaka Êzîdî carek din dûbare dikin û dibêjin; Em dixwazin Rêber Apo bibînin!”