Şengalî ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan

Bi boneya 1’ê Îlonê ya Roja Aştî ya Cîhanê li Şengalê civaka Êzidî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiya û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kir

Şengal Îro 1’ê Îlonê Roja Aştî ya Cîhanê ye. Di çarçoveya vê rojê de li Şengalê civaka Êzidî bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiya. Meş ji Deriyê Kersê destpê kir û heta Parka Rêber Apo domiya.

Di meşê de bê navber dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin-Jiyan-Azadî’ hatin qêrîn. Piştî meşvan gihiştin Parka Serok Apo li wir Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Cîhan Celo li ser girîngiya rojê û azadiya Ocalan axaftin kir.

Cîhan Celo di axaftina xwe de 1’ê Îlonê li Ocalan û kesên aştîxwaz pîroz kir û ev tişt anî ziman:

“Di roja aştiyê ya cîhanê de ji Şengala berxwedêr em silavên xwe ji mîmarê azadiyê re Rêber Apo re dişînin. Îro 1’ê Îlonê ye Roja Aştî ya Cîhanê ye, em însanên ku aştiyê dixwazin, însanên ku ji bo azadiyê canê xwe feda dikin û şehîdên ku di vê riyê de canê xwe dane bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.  Em vê rojê li Rêber Apo pîroz dikin. Hemû dinya zane ku ji 27’ê Sibatê ve ji hêla Rêber Apo ve pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatiye destpêkirin. Rêber Apo dixwaze ev xwîn û qetlîam werin sekinandin.

‘Azadiya Rêber Apo azadiya Rojhilata Navîn e’

Em wek civaka êzidî rastî gelek qetlîaman re hatine lê rûxmî wê jî em civakeke aştîxwaz in. Pêvajoya ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin niha tenê ji hêla Rêber Apo û kesên girêdayî wî ve tê meşandin. Hêj ji aliyê dewleta tirk ve tu gav nehatiye avêtin. Îro di roja aştiyê de Rêber Apo peyamek şandiye û dibêje aştî ne tenê sekinandin şer e, aştî pêkhatina azadî û demokrasiyê ye. Lê ger li cîhekî şer hebe û xwîn were rijandin  nabe li wir aştî hebe. Ji ber vê yekê heta Rêber Apo azad nebe û heta Rêber Apo di nav civakê de pêvajoyê nemeşîne ev pêvajo bi ser nakeve. Em jî wek gelê Şengalê bi hemû pêkhateyên xwe em ê her li ser piya bin, ji bo pêvajo bi ser bikeve, ji bo azadiya Rêber apo çi were xwestin em ê bikin. Yê me anî vê astê Rêber Apo ye. Heta Rêber Apo azad nebe Şengal azad nabe, Kurdistan azad nabe, Rojhilata Navîn azad nabe.”  

Meş bi dirûşmeyan bidawî bû.