44 girtiyên siyasî cezayên darvekirinê şermezar kirin

44 girtiyên siyasî, bi daxuyaniyekî cezayên darvekirinê yên li dijî Şerîfe Mihemedî, Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî şermezar kir û bang li rêxistinên navneteweyî dikin kirin ku demil dest van cezayan rawestinîn.

Navenda Nûçeyan – 44 girtiyên siyasî, der barê cezayê darvekirinê ya li dijî sê girtiyên jin de daxuyaniyekî parvekirin. Di daxuyaniyê de balkişandin li ser bêbandoriya hikûmetê ya di warên aborî, civakî û siyasî de û destnîşan kirin ku hikûmetê bi armanca çandina tirsê û tepeserkirina nerazîbûnên giştî zextan zêde dike û cezayên giran ferz kiriye.

Girtiyên ku daxuyanî dan û balkişandin li ser madeya 3’emîn a Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan û mafê jiyanê mîna "jêneger” û darvekirinan jî mîna "şermezarker, dijî aqil û dijî medeniyetê" bi nav kirin. Girtiyan, diyar kirin ku li dijî cezayê darvekirinê ne û bang li saziyên navneteweyî û kesên biwijdan kirin ku demil dest ji bo rawestandina darvekirinan bikevin nava tevgerê.