Şaredariya Gel a Şengalê bi boneya 1’ê Gulanê daxuyaniyek da
Ji aliyê Şaredariya Gel a Şengalê ve bi boneya 1’ê Gulanê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ked bingeha jiyanê ye û karker bûye sitûna her civakekê.”
Şengal – Îro roja 1’ê Gulanê ye roja Karker û Kedkarên Cîhanî ye, li her deverê ji hêla karker, jin, ciwan û civakê ve daketina qadan çê dibe. Li hember pergala kedxwariyê, pergala diz û talanê daxwaza edalet û mafê wekhêviyê tê kirin. Îro li Şengalê jî bi heman daxwazê daxuyaniyek hate dayîn.
Ji aliyê Şaredariya Gel a Şengalê ve li gundê Geliyê Kersê li ber avahiya Meclîsa Gel a Şengalê bi boneya 1’ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî hate dayîn.
Daxuyaniya bi zimanê Kurdî ji aliyê Berdevka Hevserokên Meclîsa Gel a Şengalê Besê Avesta, ya Erebî jî ji aliyê hevberdevkê Şaredariyên gel a Şengalê Xwedêda Îlyas ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de Roja Kedkarên Cîhanê li hemû kedkar û karkeran hate pîroz kirin û di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin ku: “Ev roj nîşana xebat û berxwedaniya karkeran e û ji bo me jiyana azad û bi rumet e. Ked bingeha jiyanê ye û karker bûye sitûna her civakekê. Karker wê bi qelema destê xwe civakê binexşîne. Bi destê xwe çîroka welatê xwe dinivîsîne.”
Di dawiya daxuyaniyê de 1’ê Gulanê li şervanên azadiyê, gerîllayên serê çiya, YBŞ, YJŞ û li asayîşa Êzidxan û şaredariya gel hate pîroz kirin.
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî 1’ê Gulanê” bi dawî bû.