Şandeya Ketelonî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriye kir û mijarên alîkariyê nîqaş kir

Bi armanca pêşxistina projeyên xizmetguzeriyê û pêşkêşkirina alîkariyê de şandeyek ji welatê Keteloniya serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye kir û bi Desteya Xwecihî û Ekolojî ya Herêma Cizîrê re civiya.

Qamişlo-şandeyeke ji welatê Keteloniya serdana Rêveberiya Desteya Xwecihî û Ekolojî ya Herêma Cizîrê kir da ku li ser projeyên alîkariyê û xizmetguzeriyê were nîqaşkirin û pêşxistin. Di vê şandeyê de Endamê Meclisa Rêveber ya sindîqeya Ketelonî Daved Menofas, Rêveberiya Têkiliyên Keteloniya Teksil Iskola û hin nûnerên din di Meclisa Ketelonî de beşdar bûn. Ev şanda li navenda Desteya Rêveberiya Xwecihî û Ekoloji a Herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriye ji aliyê Hevseroka Desteya Xwecihî û Ekolojî Bêrîvan Omer, Hevserokê Desteya Xwecihî û Ekelojî Silêman Ereb ve û hin nûnerên din ji Komîteya şaredariya Giştî hate pêşwazîkirin. Şandeyê di rûniştina xwe de hin projeyên ekolojî ji bo pêşxistina şaristaniya herêmê û pêşkêşkirina alîkariyê anîne ziman. Têkildarî mijarê Hevseroka Desteya Rêveberiya Xwecihî û Ekolojî a Herêma Cizîrê Bêrîvan Omer nêrîna xwe ji mere parve kir.   

“Gelek xebatên me yên hevpar bi Keteloniya re hene”

Bêrîvan Omer bal kişand li ser xalên girîng ên ku di vê rûniştinê de derketina pêş û wiha nêrîna xwe anî ziman: “Pir caran serdan li welatên derve ji herêmê re têne kirin û gelek caran jî di aliyê xizmetguzeriyê de alîkarî tê pêşkêşkirin. şandeya Meclisa Ketelonî xwestin vê carê bi xwe bêne herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye û rewşê ji nêz ve bişopînin. Em dizanin berî niha jî ji aliyê welatê Keteloniya ve ji bo projeya Rêbeveriya Xweser qebûlkirineke fermî hatibû kirin, ji bo pêşxistina têkiliyên di navbera herêmê û Keteloniya de gelek xebatên me yên hevpar hene. Em dixwazin ji bo gelê herêmê hin xizmetên guzeriyê pêşbixin û pêwîstiya koçberên kampan pêk bînin. Heya astekê vê şandeyê piştîvaniya xwe ji mere nîşan da û em jî bi hêvî ne ev hevdîtinên me bi encam bin. Li aliyê din jî wê hevdîtinên fireh bi şaredariyan jî werin kirin da ku pêwîstiyên girîng werin bi cih xistin.”