Şandeya Aşitiyê rapora xwe ya derbarê serdanên Başûr de aşkere kir

Şandeya Aşitî ya li dijî dagirkeriyê di meha Hezîranê de serdana Başûrê Kurdistanê kir û di rapora xwe ya serdanê de dan diyarkirin ku ji derveyî PDK’ê hemû alî li dijî dagirkeriyê ne razî ne û rewşa mafê mirovan di metirsiyê de ye.

Navenda Nûçeyan - Şandeya Aşitiyê ya li dijî dagirkeriyê ku ji heft kesên weke Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Hafiz Ahmet Tûrhali, Siyasetmedar-Prof. Dr. Salar Basîra, Bijîşka Dil Zeynep Bînîcî, Şêwirmend Ronak Azîz, ji Weqfa Lînangan (Holanda) Hunermend Glorîosû Jûn Satûray, Berdevkê Enternasyonal ê Pêşverû Danîel Kopp û Çavdêrê Siyasî Yilmaz Pêşkevin Kaba pêk tê, di 6’ê Hezîranê de ji bo rê li êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê bigrin, derbasî Başûrê Kurdistanê bûn.

Şandeya Aştiyê bi raporekê encama serdana xwe ya Başûrê Kurdistanê eşkere kir. Di rapora şandeyê de diyarkir ku wan li Hewlêr, Silêmanî bi fraksiyonên PDK, YNK, Goran yên li parlamentoya Herêmê, Hizba Zehmetkêşan, Hizba Komunîst ya Kurdistanê, Rizgarîxwaza Demokrat, Komeleya Dadgerî, Yekgirtûya Îslamî, PDK, YNK, Berpirsê Mafê Mirov û Beşa Siyasî ya Neteweyên Yekbûyî li herêma Kurdistan, PADÊ, Rêxistinên Civaka Sivîl, çend kesayetên siyasî, Qadir Ezîz, Rêveberê Mekteb Siyasî ya YNK’ê û Rêxistina Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn re hevdîtin pêkanîne.

Şandeyê di 10 xalan de encama serdana xwe ya Başûrê kurdistanê eşkere kir

*Rewşa Mafê mirov niha di rewşek xirab deye, bi taybet Herêma Zer  ku dibin desthilata PDK’ê de ye dibin metirsiyê deye û ji ber vê jî hejmarek berçav ya girtiyên siyasî di girtîgehan dene. Bi taybet ev yek ji aliyê PDK’ê ve tê kirin, herwiha kuştina jinan jî bi eşkere tê kirin.

*Li bajarê Hewlêrê destûra mayînê ji bo HDP’ê nayê dayin, bi heman awayî PDK tenê li Silêmanî rê daye ofsa xwe vekin û li Hewlêre qedexekiriye ku baregeha HDP’ê hebe.

3*Di demek ku Tirkiye li Başûrê Kurdistanê nêzî 100 baregehên leşkerî avakiriye, dehan gund dibin zextan dene û hatine valekirin, lê ti partiyên desthilat PDK, YNK û Goran, derbarê dagirkeriya li herêmê de helwestek nîşan nedane.

*Her sê Fraksiyona YNK, PDK û Goran yên li Parlamentoya Herêma Kurdistanê, derbarê şermezarkirina êrişên dewleta Tirk yên li ser Herêma Kurdistan û binpêkirina serweriya sinurê Iraq û herêmê de, ti daxuyanî nedane.

*Muxalefeta siyasî li hemberî desthilatê ne xwedî hebûneke, çend hezar rêxistin û komên sivîl hene, ev jî piraniya wan ji aliyê desthilatê ve hatine vekirin, yan jî desthilat weke kom û partiyan avakirine. Bi heman awayî komek berçav ya medyaya sêber heye ku YNK, PDK’ê xerca wan ya darayî girtiye ser xwe.

*Niştecih bi giştî ji ber nebûna azadî, xizmetguzarî û gendeliyê, dijî Hikumeta Herêmê nerazîne, çînek sermayedar ya neft û bazirganiyê hatiye çêkirin. Ji ber vê jî li herêmê diyardeyên bi dehan milyar dînar û dolar, bi taybet di bazirganîkirina neft û qaçaxçitiya deriyan de, tê dîtin.

*Desthilatdariya dadwerî, hikumet û parlamentoyê wek sê saziyên girîng ji hev cuda nehatine kirin, dibin fermana partî, aliyên siyasî, hêzên leşkerî dene û ne yekin.

*Di serdema rejîma Sedam Hisên de nêzî 4 hezar gund li Başûrê Kurdistan wêran bûne, lê di nava 31 salên hikumeta herêmê de ev gundane weke pêwîst nehatine avakirin, ji ber vê jî berhemên çandiniyê kêm bûne.

*Şandeya me serdana malbata Zekî Çelebî kir ku Kurdek Bakurê Kurdistanê bû û li Silêmaniyê hate kuştin. Malbatê got, Çelebî salek bû dibin gefa êrişa MÎT ya Tirkan de bû. Êrişên MÎT ya Tirk yên bi balafirên bê mirovan, li hemberî çalakvanên Bakur û Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê diyarin.

*Ji ber nebûna mûçe yan kêm mûçeyiyê, gendelî, pirsgirêka nebûna azadî, fikir, ciwan dixwazin berê xwe bidin welatên din.

Rapora şandeya aştî ya li dijî dagirkeriyê bi çar zimanan hate belav kirin û şandin ji rêxsitin û aliyên şandeyê nunertiyê dikin, herwiha radestî nunerên netewên yekgirtî kirin li Amerîka û Îraqê û hevpeymana Atlasî û balyozxaneya welatan û rêxistinên mafê mirovan û ewên kû giringî bi aştiyê li dijî dagirkeriyê kirin.