Şaha Xelîl a ji Kongra Starê: Em li gel jinên li Rojhilat û Îranê ne

Rêvebera Kongra Star a Kantona Qamişlo Şaha Xelîl di kongreyê 9'emîn ê Kongra Star de şoreşa jinê li Rojhilatê Kurdistanê nirxand û got ku çirûska agirê şoreşê a ku jinan bi qetilkirina Jîna Emînî hatiye destpêkirin wê geş bibe.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Kongra Star a Rojava ya di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xwe bi rêxistin dike û tevahî jinên ji pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hembêz dike 15’ê Çileyê di salvegera 18’emîn a damezrandina xwe de, Kongrê xwe yê 9'emîn li bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin diruşmeya "Bi rihê têkoşîna şoreşa jinê em ê serhildana Jin Jiyan Azadî ser bixin" û bi tevlîbûna hezar delegeyên ku ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şam û Lubnanê pêk dihat dest pêkir. Rêvebera Kongra Star a Kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şaha Xelîl di kongreya ku diyarî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hat kirin de, şoreşa jinê a ku li Rojhilatê Kurdistanê hatiye destpêkirin 5 meh li pêy xwe hişt nirxand.

Şoreşa li Rojhilat û Îranê hat silavkirin

Şaha Xelîl di destpêkê de lidarxistina kongreyê 9'emîn ê Kongra Star ku ji Yekîtiya Star destpêkiribû û niha bi Kongra Star didome li tevahî jinên cîhanê, dildar û dilsozên azadiyê û li mîmarê azadiyê Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha dom kir: "Em kongreyê xwe yê 9'emîn diyarî jinên Rojhilatê Kurdistanê, ku ewqase roj in li kolanan, taxan û li bajaran çirûska agirê şoreşa wan venemiriye û her ku diçe geştir dibe, dikin. Em di sedsala 21'an de ne, sedsaleke ku ewqase pêşketin lê rû dan lê hîn jî sîstemên desthilatdar ku bi hişmendiya mêr û dewletê li ser desthilata xwe ne jin û ciwanan darve dikin. Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî mînaka vê yekê ye. Îran ji bo ku deng û qêrîna jinan qut bike, zengiloka wan hiltîne û darve dike. Hovîtiyeke wisa tê meşandin ku aqil û mirovahî jî ranake."

‘Qêrîna Şoreşa "Jin Jiyan Azadî" sînoran derbas kir’

Şaha Xelîl da zanîn ku îsrara jinan diyar e ku wê bighêjin kîjan lûtkeyê û wiha dirêjî da gotina xwe: "Jinan ji zilm û zordariyê re gotin na, li dijî sîstema baviksalarî û dewletê a ku mafê wan ê herî rewa binpê dike gotin; Em hene û em ê heya dawî jî li vir bin û xwedî li mafê xwe derkevin. Şoreşa "Jin Jiyan Azadî" êdî îro bê sînor e, gerdunî bûye. Dengê jinan êdî dîwar qelişandin û sînor derbaskirin, gihiştiye hemû cîhanê. Diruşmeya "Jin Jiyan Azadî" erşê melalî hildiweşîne, jinan ji pencên wan xilas dike û hewl didin ku di cîhaneke wisa de jiyan bikin bêyî kuştin û darvekirin lê hebe. Wekî tevger û rêxistinên jinan ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê heya dawî em ê piştgirê jinên Rojhilatê Kurdistanê bin û çi were xwestin jî em amade ne."

‘Jin heman êş û pirsgirêkan dikşînin û jiyan dikin, lê çareserî şoreş e’

Şaha Xelîl tekez kir ku çirûska şoreşê a ku sembola wê keziyên Jîna Emînî ye wê geştir bibe û encamên baş ji bo jin û giştî civakê bi xwere bîne û wiha pêl da gotina xwe: "Îro şoreş û têkoşîna me ne ya me tenê ye, bûye malê hemû jinên cîhanê ji hemû pêkhate û mezheban. Diruşmeya "Jin Jiyan Azadî" netewan  û tebeqatan nas nake, hemû jin heman êşê dikşînin, heman pirsgirêkan jiyan dikin û bi heman hişmendiya mêr re rû bi rû tên. Jinên Rojhilat dikarîbûn herikînekê di dîrokê de çêbikin, dikarîbûn ji nû ve serî hildin û bê guman ev tiştekî pîroz e ku dîrok şahidiyê ji têkoşîna wê ya bê hempa re dike. Tekez wê jin sîstema melalî hilweşîne, ev guman tê de nîne, lê divê ku şoreş birêxistinkirî be û agirê wê geştir bibe."

‘Wê nikaribin bi darvekirinê agirê şoreşa jinan têk bibin’

Şaha Xelîl got ku Îran ji bo ku agirê vê şoreşê vemirîne dest bi girtin, darvekirina jin û ciwanan kiriye û wiha pêde çû: "Diyar e Îran çiqasî ji şoreşa jinan tirsiya ye, xwestin jinan bi hinek tiştan razî bikin lê belê jin dizanin ku bi çi zanistê şoreşa xwe dane destpêkirin. Îran Polîsên Exalqî ji holê rakir, da ku agirê dilê jinan bitefîne lê belê jin nesekinîn û her ku diçe hîn bêtir qêrîna wan belav dibe û li cîhanê tê bihîstin. Gelek jin û ciwanên di serhildanê de cih girtin niha kom bi kom tên girtin û darvekirin. Ev neheqiyeke mirovî û dîrokî ye, ev nayê qebûl kirin divê ku cîhan jî vê yekê baş bibîne. Divê mafê jiyanê ji wan jin û ciwanan neyê standin."

‘Çiqasî êrîş bikin û jinan darve bikin lê serkeftina me misoger e’

Şaha Xelîl bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Em wekî jin helwesta me diyar e, diyar e ku em çi dixwazin, divê ku cîhan vê yekê zanibe. Heya kuştin û darvekirin hebe, çiqasî êrîş bikin em ê yekîtiya jinan avabikin û dawî li desthilatdariya mêr di bin dirûşmeya " Jin Jiyan Azadî"  de bînin. Em aşiqê azadiyê û jiyana azad in, bi vê yekê em ê asta têkoşîna xwe bilind bikin û destek bidin hemû şoreş ên jinan li kudera cîhanê dibin bila bibin. Wê sedsala 21'an bibe sedsala azadiya jinê."