Îsraîlê êrîşê du dibistanan kir: 30 kes jiyana xwe ji dest dan

Mûdîriyeta Giştî ya Parastina Sivîl a Xezayê ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li dijî du dibistanan de herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê li taxa Nesir a bakurê bajarê Xezayê 2 dibistanên ku bi hezaran koçber lê dimînin bi moşekan kir hedef.

Berdevkê Mûdîriyeta Giştî ya Parastina Sivîl a Xezayê Mehmûd Besel da xuyand ku di topbarana li ser her du dibistsanan de 30 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne. 

Mehmûd Besel di daxuyaniya xwe ya pêşîn de gotibû: "Piştî êrişa Îsraîlê ya bi moşekan a li dijî dibistanên Hesen Selame û Nesir ên li taxa Nesir a bakurê Xezayê, piranî jin û zarok 25 şehîdan û 50 birîndar hatin rakirin û bo ji bo nexweşxaneya El Mamedanî hatin veguhestin."

Artêşa Îsraîlê jî daxuyand ku wê êrişên hewayî li dijî du dibistanan pêk aniye û got: "Tûgaya El Furqan a girêdayî Hemasê dibistan ji bo çalakiyên xwe yên terorîst û navendên fermandariyê bi kar dianîn."