Îsraîlê êriş bir ser beşa lênêrîna giran a zarokan

Hat diyarkirin ku di êrişên artêşa Îsraîlê yên li ser herêma Cîbaliya ya li bakurê Xezayê de zêdeyî 150 Filistînî jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku Îsraîlê êriş biriye ser beşa nexweşiya giran a zarokan a Nexweşxaneya Kemal Advan.

Navenda Nûçeyan – Îsraîl ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve êrişên xwe yên li ser zîvala Xezayê didomîne. Di daxuyaniya dawî ya Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê da hat diyarkirin ku di êrişên ku ji aliyê Îsraîlê ve hatin kirin de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 42 hezar û 847 û hejmara birîndaran jî bûye 100 hezar û 544.

Midûriyeta Berevaniya Sivîl li Xezeyê ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên ser herêma Cibaliya ya li bakurê Xezeyê de zêdeyî 150 kes mirin û birîndar bûn. Hat diyarkirin ku ji ber êrişan dewam dikin ji bo xilaskirina birîndaran tu gav nehate avêtin.

Îsraîlê li beşa lênêrîna giran a zarokan xist

Ji aliyê din ve hat ragihandin ku Îsraîlê êriş biriye ser beşa nexweşiya giran a zarokan a Nexweşxaneya Kemal Advan a li bakure Xezaye û nexweşxaneyê dorpêç kiriye. Hat ragihandin ku zêdetirî 160 nexweş û birîndarên li nexweşxaneyê ji ber nebûna sotemenî û pêdiviyên tenduristiyê bi mirinê re rû bi rû mane.