'Îsraîl di 5 mehan de 112 Filistînî qetil kir'

Li gorî rapora Ofîsa Kordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî; Hêzên Îsraîlê di navbera 1’ê Çile û 29’ê Gulana 2023’an de li Qudsa Rojhilat û Şerîeya Rojava 112 Filistînî qetil kirin û mala 575 Filistîniyan wêran kirin.

Navenda Nûçeyan - Ofîsa Kordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi sernavê "Herêmên Filistînê yên Dagirkirî: Parastina Sivîlan" rapora xwe ya du hefteyan eşkere kir. Di raporê de hat gotin, "Di navbera 1'ê Çile û 29'ê Gulana 2023'an de hêzên Îsraîlî li Şerîeya Rojava, Qudsa Rojhilat jî di nav de 112 Filistînî kuştin. Li gorî heman serdema sala borî ku hejmara miriyan 53 bû, ev du qat zêdetir e.”

Mala 575 Filistîniyan wêran bû

Di raporê de hat diyarkirin ku hêzên Îsraîlê ji serê salê heta 29ê Gulanê li Qudsa Rojhilat û Şerîeya Rojava 107 Filistînî qetil kirin û 4 hezar û 229 Filistînî jî birîndar bûn. Li gorî raporê; Ji serê salê vir ve di 409 êrîşên ku ji teref cihûyên fanatîk ve hatin kirin de 5 Filistînî hat qetilkirin û 105 kes jî birîndar bûn. Hêzên Îsraîlê li Qudsa Rojhilat û Şerîeya Rojava 575 malên Filistîniyan wêran kirin.

Di raporê de her wiha hat diyarkirin ku ji serê salê vir ve li Îsraîl û herêmên Filistînê di çalakiyên Filistîniyan de 18 Îsraîlî jiyana xwe ji dest dane û 111 kes jî birîndar bûne.