Îranê zarokek Beluc ê 12 salî qetil kir

Hêzên Îranê li Sîstan-Belûcistanê 2 zarokan gulebaran kir. Hat ragihandin ku di encama gulebaranê de zarokek 12 salî jiyana xwe ji dest daye û zarokek jî birîndar bûye.

Navenda Nûçeyan – Li gor nûçeyek di medyaya Rojhilatê Kurdistanê de hatiye belavkirin, duh di saetên êvarî de zarokek xelkê gundê Cekegurî ya ser bi bajarê Raskiye ya girêdayî Sîstan-Belûcistanê, di encama gulebarana raste rast a hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest daye. Her wiha hat gotin ku zarokek din jî bi giranî birîndar bûye.

Hat gotin ku piştî hêzên rejîmê wesayîtek gulebaran kirine, wesayît wergeriyaye û di encama êrişê de zarokê bi navê Ihsan Askanî (12) jiyana xwe ji dest da û kur mamê wî yê bi navê Selman Askanî jî bi giranî birîndar bûye.

Hêjayî gotinê ye ku, ji 20’ê Tebaxê ve nêzî 150 azadîxwaz ji aliyê hêzên Îranê ve hatine binçavkirin, ji vana 14 kes zarokin û temenê wan di jêr 18 saliyê re ne.