İran: Fikrek me yê derbarê berdevamiya operasyonê de nîne

Serfermandarê Giştî yê Îranê Mihemed Bakirî diyar kir ku operasyona leşkerî ya li dijî Îsraîlê serkeftî bû û destnîşan kir ku tu plana wan a berdewamkirina operasyonê nîne.

Navenda Nûçeyan- Serfermandarê Giştî yê Îranê Muhammed Bakirî ji televizyona dewleta Îranê re li ser êrîşa Artêşa Mihafizên  Şoreşê ya li dijî Îsraîlê axivî û got: “Operasyon bi serkeftî encam bû. Em vê operasyonê tam bi encam dibînin û derbarê berdevamiya operasyonê de tu fikrek me nine.”

‘Me hewil da êrîş di asta hişyarîyê de bimîne’

Muhammed Bakirî, diyar kir ku rêveberiya Tel Avîvê bi êrîşa li dijî konsolosxaneya Îranê ya li paytexta Sûriyeyê Şamê, xeta sor derbas kir û got ku eger êrîşeke nû li dijî Îranê pêk were, ew ê êrîşeke berfirehtir li dijî Îsraîlê pêk bînin. Muhammed Bakirî di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku awahiyên sîvîlan û cîhên aborî nehatiye hedef girtin û diyar kir ku rûxmê kapasîteya avêtine hîn zêdetir fûzeyan hebû hewil dane êrîş di asta hişyarîyê de bimîne.