“Êşa me û jinên Îranê yek e”
Li hemberî êrîşên li dijî xwendekarên Kabûlê yek ji wan jinên ku narazîbûna xwe da diyarkirin Leyla Besîm dibêje; “Nerazîbûnên me li nêzî Zanîngeha Kabûlê bûn, zêdetirî 40 jin beşdar bûn, dirûşma me ‘Perwerde xeta me ya sor e jenosîdê bisekinînin’ bû.”
BEHARAN LEHÎB
Kabûl- Beriya mehekê li yek ji navendên perwerdeya Kax a Rojavayê Kabûlê di dema waneyan de êrîşek xwekujî pêk hat, her çendî Talîban rê nade şopandina wê lê belê li gorî medyaya navxweyî û derve zêdetirî 65 kes hatin kuştin û piraniya wan keç bûn, temenê wan di bin 18 salî de bû.
Rojavayê Kabûlê herêmeke ku piraniya wê Şîa lê dijîn e, di nava 20 salên borî de gelek caran ji aliyê xwekujan ve êrîş hatine pêkanîn bi vî awayî kuştina bi hezaran kesan bi awayek sîstematîk bû, ev jî bûye sedema nerazîbûnên gelê Afganistanê.
“Em ê li dijî komên ku ji guftûgoyê fam nakin têbikoşin”
Nerazîbûnên jinên Afganistanê careke din nîşan da ku nerazîbûnên ji bo piştgiriyê ji aliyê hêzên Talîbanê ve tên astengkirin. Talîban hişyarî da ku ger navçeya Bêcî neterikînin, wê gule bireşînin û wan bikujin û wê berpirsyariya jinan ranekin.
Leyla Besîm di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Êşa me û êşa jinên Îran weke hev e. Niha em di bin desthilatdariya komên tundrew de ne û jin jî di heman rewşê de ne. Ez gelek kêfxweş im ku jinên Îranê gihîştine wê zanabûnê û dizanin ku bi bêdengiyê tiştek bi dest nakeve. Ew ji bo pêşîgirtina li binpêkirina mafê xwe daketine qadan. Her dengê ku li cîhanê ji bo piştgirîkirina jinan bilind bibe, em ê piştgirî bidin.”
Spasî ji jinên Îranê re kir
Leyla Besîm di dawiyê de ev peyam da jinên Afganistanê û got: “Ev nêzî salek e di malê de tiştek bi destên wan neketiye. Divê em li gel wan jinan bin û dakevin qadên Kabûlê, dengê xwe bilind bikin. Ji ber em li gel komek ku ji guftûgo û danûstandinê fam nakin dijîn.”
Leyla ji bo jinên Îranê jî wiha got: “Weke çawa ku jin li seranserê Îranê ji malan derketin qadan divê ev berdewam bike, ji ber ku piştî çil salan şoreşek çêbûye. Ez weke jineke Afganistanê, spasî ji wan re dikim ku nîşanî hemû cîhan dan, hêza jinan heye rejîmê hiweşîne.”