Êrişî Şêx Meqsûdê kirin
Hêzên girêdayî HTŞ’ê ya cîhadîst êrişî nuqteyên li herêma Ewarid ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Parastina Şêx Meqsûdê ya Helebê kir. Di êrişê de welatiyek birîndar bû.

Navenda Nûçeyan – Li gorî agahiyan, beriya çend kêliyan hêzên girêdayî rêveberiya Şamê ya di destê HTŞ’ê ya cîhadîst de ye, nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Parstina Şêx Meqsûdê yên li herêma Ewarid hedefgirtin.
Di encamê de 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û welatiyek birîndar bûn.