‘Êrîşên li dijî Rojnamevanên Tûnisê zêde dibe’

Li gorî rapora mehane ya Sendîkaya Rojnamevanan, di meha Îlona 2025’an de di êrîşên li dijî rojnamevanên jin û mêr de li gorî meha Tebaxê zêdebûnek hate jiyîn. Yekîneya çavdêriyê, li dijî rojnamevanan 13 êrîş tespît kir.

NEZÎHA BO SEÎDÎ

Tûnis – Yekîneya Çavdêriyê ya li Navenda Ewlehiya Pîşeyî ya girêdayî Sendîkaya Rojnamevanan, bi rêya telefonan, giliyên ji sendîkayê re hatine şandin, çavdêriya medyaya civakî û têkiliya rasterast bi rojnamevanan re, bi giştî xwegihand 15 giliyên êrîşan.
Seroka Yekîneya Çavdêriyê Havle Şebbah, ji ajansa me re axivî û diyar kir ku meha Îlonê mîna "meha qeyrana agahdariyê" derketiye pêş û di meha îlonê de 13 bûyerên êrîşê hatine tomarkirin. Havle Şebbah, da zanîn 8 ji van astengkirina kar û çar jî bûyerên astengkirina xwegihandina agahdariyê bû.

‘Rojnamevan hatin astengkirin’

Havle Şebbah, wiha got: “Vê mehê rojnamevanên ku çalakiyên Fîloya Berxwedanê şopandine, ji ber daxwazên destûrê yên neqanûnî hatine asteng kirin. Saziyên medyayê yên biyanî jî, ji ber ku nekarîn ji hikûmetê belgeya destûra mehane bistînin, ji aliye hêzên ewlehiyê ve hatin rewşa nikarin bixebitin.”

Havle Şebbah, ragihand ku rojnamevanên jin vê mehê rastî 7 êrîşên mîna tacîza devkî, astengkirin û sînordarkirina gihîştina agahdariyê hatine û bang li Sendîkayê, Serokwezîr û Meclîsê kir ku biryarên xwegihandina agahdariyê sînordar dikin bên betal bikin û ev qanûnên çapemeniyê ji nû ve binirxînin.

Havle Şebbah, da zanîn Biryarnameya Hejmar 54’an, qanûna xwendin û nivîsandina medyayê û pêşnûmeya qanûna ragihandina dîtbarî niha li Mecllîsê tên nîqaş kiri. Di vê navberê de pêvajoyên qanûnî yên li dijî hin rojnamevanan berdewam dikin. Li dijî Şeda el-Hacj Mubarek, Murad el-Zughaydi, Saniya el-Dahhemnî û Burhan Basîs doz hatin vekirin. Şeda el-Hacj Mubarek, 5 salan cezayê girtîgehê girt û di girtîgehê de pirsgirêkên tenduristiyê dijî.

Seroka Yekîneya Çavdêriyê Havle Şebbah, diyar kir ku sendîkaya rojnamevanan bi fikareke mezin rewşa Şeda el-Hac Mubarek û rojnamevanên din ên girtî dişopîne û got: "Niha çar rojnamevan tên darizandin. Em daxwaza bidawîanîna van darizandinan dikin."

Di raporê de hêzên ewlehiyê mîna berpirsên sereke yên êrîşan hatin destnîşankirin. Piraniya bûyeran li parêzgeha Tûnisê, yên din jî li Nabl û Sousse hate jiyîn.