Êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê di roja 242’an de ne

Di êrişên ku ji 7’ê Cotmehê heta niha bênavber ji aliyê artêşa Îsraîlê ve tên kirin de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 36 hezar û 550’î û hejmara birîndaran jî derket 82 hezar û 959’an.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê yên li ser Zivala Xezayê di roja 242’emîn de berdewam dikin.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê di daxuyaniya xwe ya dawî da hejmara Filistîniyên di 10 rojên dawî da birîndar bûn wek 2 hezar û 539 û yên ku jiyana xwe ji dest dane jî wek 647 parve kir. Li gorî daxuyaniyê di 24 saetên dawî de di 4 qetlîamên ku artêşa Îsraîlê li gelek deverên Xezayê pêk anîn de 71 kesan jiyana xwe ji dest dane û 182 kes jî birîndar bûne. Di êrişên ku Îsraîlê di 7’ê Cotmeha 2023’an de li ser Xezayê dabû destpêkirin, di 242 rojan da 36 hezar û 550 kes mirin, hejmara birîndaran jî 82 hezar û 959 e.

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku hê jî cenaze di bin xirbeyan û li kêleka rê hene lê nikarin xwe bigihîjînin wan.