Êdî rêwîtiya trenên Siûdiyê emanetê jinan e
Jinên Siûdiyê di aliyê ajotin û birêvebirina rêwîtiya trenan de tên perwerdekirin û êdî xetên trena bi lez a nû li Rojhilata Navîn dikeve meriyetê emanetê jinan e.
Navenda Nûçeyan - Jinên Siûdî re deriyê perwerdehiya ji bo ajotina trêna Haramaîn a lez ku rêhesinek elektrîkî ye û herêmên Meke û Medîna EL-Munewara bi hev girêdide hat vekirin. Di merasîma vekirina yekem pêşangeha virtual ji bo sîstema veguhestin û lojîstîkê li paytexta Siûdiyê Riyadê merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de Serokê Rêveberiya Veguhastina Giştî Rumaih El-Rumaih, deriyê tomarkirinê ji jinên Jinên Siûdî vekir ku di bernameya ajokariya trênê yên Haramaîn a lez de perwerde bibin. Di peyamên merasîm de hat got ku armanca vê pêngavê ew e ku jin bêtir tevlî xebatên civakê bibin û bi berdewamî ji bo serkeftin û jêhatiya jinan di pîşeya serkirdeyên trêna El-Herameîn ên wekî ku di warên din de bi ser ketine hewl bidin di vî karî der jî serkeftîbin.
Xeta Tirêna elektîkê ya ku bi navê trêna Haramaîn a lez, ku yekem û zûtirîn trêna li Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur e. Ew herêmên Meke û Medîna EL-Munewara tenê di 120 hûrdeman de bi hev ve girêdide, ji ber ku ew ji parêzgeha Ceddah û Bajarê Qral Abdullah jî derbas dibe, bi dirêjahiya 450 km.
Siûdî, ku mezintirîn aboriya Rojhilata Navîn e, hewl dide rêjeya bêkariyê heta sala 2030 daxe ji sedî 7, di çarçoveya vîzyona 2030’an de ji bo cê be cê kirina çavkaniyên dahatê û kêmkirina girêdayîbûna bi neft û bêtir karkirina jinan di beşên cûda de.