Çîçek Kobanê û 3 girtiyên din hatin sirgûnkirin

Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) û 3 girtiyên din ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Rihayê dihatin ragirtin, bêyî daxwaza xwe hatin sirgûnkirin.

Navenda Nûçeyan – Li Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên bi Tîpa T’yê yên Rihayê 4 girtî li girtîgehên cuda hatin sewqkirin. Girtiyê bi navê Mahmût Tutal ku li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Rihayê dihat ragirtin, bêyî daxwaza xwe û bêyî agahiya malbatê sirgûnê Girtîgeha Erzînganê hate kirin. Girtiyê bi navê Îdrîs Duruk ku li heman girtîgehê dihat ragirtin jî li Girtîgeha Tarsusê hat sirgûnkirin. 

Her wiha Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) ku di êrişa dewleta tirk û komên paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li gundê Mişerfa yê Eyn Îsayê hatibû girtin û anîbûn Rihayê jî, bêyî agahiya malbata wê hate sewqkirin. 

5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê ji ber bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya welat” cezayê muebbeta giran û bi îdiaya “kuştina mirovan” jî 10 sal û 10 meh cezayê hefsê dabû Temo. Biryar, di 11’ê hezîrana 2021’an de ji hêla 3’yemîn Daîreya Cezayan a Herêmê ya Dîlokê ve hatibû erêkirin û ji Dadgeha Bilind re hatibû şandin. 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind jî biryara derheqê Temo de di 22’yê gulana 2022’yan de erê kiribû.  

Temo, sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê hate kirin.