Çeteyên DAIŞ'ê di meha Îlonê de 25 caran êriş kir

SOHR’ê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê tenê di meha Îlonê de, 25 êrîş li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne.

Navenda Nûçeyan – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê tenê di meha Îlonê de, 25 êrîş li ser herêmên bakur-rojhilatê Sûriyê pêk anîne.

Çavdêriyê destnîşan kir ku rêbazên van êrîşan ji hev cuda bûn û di encamê de 40 sivîl û şervan hatine qetilkirin û birîndar bûne.

Li gundewarê Dêrazorê 23, di heman demê de li Reqa û Hesekê jî êrîşek hatiye kirin.

Li gorî Çavdêriyê, DAIŞ’ê meha Tebaxê jî 27 êrîş pêk anîne, di wan êrişan de 29 kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) çend roj berê eşkere kir ku şaneyên DAIŞ’ê ji dema hilweşîna rejîma Baasê heta 20’ê Îlonê 153 êrîş li bakur û rojhilatê Sûryê pêk aniye.