Li Mahabadê pirtûkxaneyek ji bo zarokên gundan
Zarokên gundê Qalûwey Zendân ê Mahabadê bi piştgiriya xwebexşan pirtûkxaneyek vekirine. Li gundekî ku derfetên perwerdehiyê kêm in, pirtûkxane rêyek nû ji bo xwendin, lîstin û hunerê pêşkêşî zarokan dike.

NIYAN RAD
Mahabad – Li gundê Qalûy Zendan, li navçeya Xelîfan a Mahabadê, Rojhilatê Kurdistanê, xizanî siyake kûr li ser pêşeroja zarokan avêtiye. Gund, ku berê ji hezar kesî zêdetir lê dijiyan, ji ber nebaşbûna tesîsên civakî, nebûna gihîştina ava vexwarinê û krîzên di çandinî û hilberîna heywanan de koçberiyeke mezin dîtiye.
Îro, derfetên perwerdehiyê yên zarokên ku li gund dijîn tenê ji bo dibistana navîn sînordar in. Ev rewş xewna çûna zanîngehê an jî berdewamkirina piştî dibistana seretayî ji holê radike. Gelek zarok neçar dimînin ku piştî pola şeşan dev ji dibistanê berdin.
Lê di 1’ê Cotmehê de, zarokên gund gaveke nû û sozdar ber bi pêşeroja xwe ve avêtin: Wan pirtûkxaneya gund ku wan bi xwe ava kiribû vekir. Zarokan vekirina pirtûkxaneyê bi şîranî pîroz kir, ku ev cara yekem bû ku gundê wan xwedî pirtûkxaneyek bû.
Ev cih, ku jê re Pirtûkxaneya "Lavan" tê gotin, bi piştgiriya rêxistina nehikûmî ya Komeleya Hamî û kesayetiyên wekî Anahita Nezamî, Paniya Marzbanian, Semîn Babazade, Leyla Ahmedî, Ferşid Reşidî, Muhammed Refii û Nîma Ahmedî hate sazkirin. Pirtûkxaneya ku li ofîsa muxtarê berê yê gund de ye, odeyek lîstikan û odeyek xwendinê ya tijî pirtûkan vedihewîne.
Komele di sala 2009’an de hatiye damezrandin
Komeleya Hemî di sala 2009’an de ji bo avakirina dibistanan li deverên bêpar û organîzekirina piştgiriya giştî hate damezrandin. Bi balkişandina ser hêzdarkirina zarokan, komeleyê di sala 2012’an de dest bi berfirehkirina pirtûkxaneyên gundan kir. Di axaftina xwe ya vekirinê de, Ferah Heqnejad, endama rêveberiya komeleyê û berpirsiyara pirtûkxaneyên li Rojavayê Îranê, girîngiya piştgiriya giştî tekez kir û got:
"Ger pirtûkxaneyek bi tenê ji pirtûk û refan pêk were û deriyên wê girtî bin, ew ê armanca xwe pêk neyne. Divê zarok li vir bixwînin, lîstikan bilîzin, xêz bikin û bi hunerê re mijûl bibin. Pirtûkxaneyên xerîdar ne tenê pirtûkxane ne; ew di heman demê de navendên çandî ne jî."
Wî axaftina xwe bi zimanê Kurdî bi van gotinan bi dawî kir: "Bi hêviya ku rojekê zarokên me ji bakur heta başûr, ji rojhilat heta rojava bigihîjin hemû derfetên çandî û civakî."
'Xwendin me xurttir dike'
Endama koma xwendina pirtûkan a herêma Mukriyanê Amîne Senbelî di çalakiyê de axivî û got: "Bi xwendinê, em fêr dibin ka em kî ne, ji ku tên û çawa bijîn. Xwendin me xurt dike, dihêle ku em ramanên xwe bi hişmendî derbibirin û nahêle ku em di jiyanê de dûr bikevin."
Di dawiya merasîmê de, zarokan bi hev re helbest û stran xwendin, dû re bi gundiyan re ber bi pirtûkxaneyê ve meşiyan. Dest bi dest, wan şerîta vekirina "Pirtûkxaneya Lavan" birîn.
Di dawiyê de, gundiyan pirtûkên cûrbecûr, bi taybetî pirtûkên perwerdehiya zimanê Kurdî, ji pirtûkxaneyê re bexş kirin.