Çeteleya JINNEWS’ê ya meha Gulanê: 21 jin hatine kuştin
Li gorî amarên tundûtûjiyê yên meha Gulanê ya JINNEWS’ê, 21 jin hatine kuştin, 19 jin û 3 zarok di bin şert û mercên gumanbar de mirî hatine dîtin.

Navenda Nûçeyan – Li gelek bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, şîdeta mêran hîn jî dibe sedema mirina jin û zarokan. Her çend saziyên fermî daneyên li ser jinên ku hatine kuştin bi awayekî zelal parve nakin jî, nûçe û daneyên sînorkirî yên di çapemeniyê de bi tevahî wêneyê heyî nîşan nadin. Jin di nav kêmbûna daneyan ji hêla dewletê ve, gotinên hikûmetê yên ku şîdeta mêran rewa dikin û polîtîkayên bêcezatiyê yên dadweriyê de, parastina mafê xwe yê jiyanê didomînin.
Li gorî daneyên ku JINNEWS’ê ji nûçeyên di çapemeniyê de berhev kiriye, di meha Gulanê de 21 jin hatine kuştin û 19 jin û 3 zarok di bin şert û mercên gumanbar de mirî hatine dîtin.