Li Kobanê 4 zarok ji ber bermahiyên şer ên çeteyên DAIŞ`ê birîndar bûn
4 zarokên koçer ku xwîşk û biryarên hev in di 7`ê Îlonê de ji ber bermahiyên şer ên çeteyên DAIŞ`ê birîndar bûn. Malbata zarokan destnîşan kir ku ew ji bo ku zarokên xwe ji DAIŞ`ê û aloziya li Sûriyeyê biparêzin reviyane lê dîsa jî zarokên wan li ber der
Kobanê – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber mesahetên mezin ên çandiniyê, dibe meqseda koçeran. Malbata Xalid Hiweys a ji bajarê Hema yê Sûriyeyê ev 4 meh in li gundewarên Kobanê koçeriyê dikin.
Di 7`ê Îlonê de li berêvarê dema ku zarokên vê malbatê li gundê Êdiqê yê li Rojhilat-Başûrê Kobanê dilîstin, rastî mayîneke ji bermahiyên şer ên çeteyên DAIŞ`ê hatin. Zarok ji ber nezaniyê mayînê digrin û bi xwe re dibin bin konê. Dema zarok pê dilîzin û dixwazin bizanibin çi ye, mayîn bi wan de diteqe. Di encamê de Fewaz (6), Casim (10), Fatma (8) û Zîb (3) bi giranî birîndar dibin. Malbata wan yekser zarokan radikin nexweşxaneya Emel û li wir tên dermankirin.
Li gorî agahiyên me ji bijîşkên nexweşxaneya Emel girtin, zarokê bi navê Casim ling û destekî wê jêbûye, Fewaz ji serê xwe birîndar bûye û lingê wî şikestiye. Fatma û Zîb birînên cuda di seranserî bedena wan de çêbûne. Bi giştî rewşa Fatma û Zîb baş bûye û rewşa Casim û Fewaz asayî bûye lê hê jî di bin çavdêriya bijîşkan de ne.
Ji bo rewşa malbatê ajansa me serdana nexweşxaneyê kir û bi dayik û malbata zarokan re axivî.
"Em heta niha jî êşa kiryarên DAIŞ`ê dijîn"
Xaldiye Mihemed Fatih dayika her çar zarokan wiha axivî: "Em ji bajarê Hemayê ne û koçer in, ev çar meh in em li Kobanê bi cih bûne, bi taybetî jî li gundê Êdiqê. Zarokên min her dem derdiketin û ji xwe re dilîstin lê tu carî rastî bermahiyên şer nehatine. Duh her çar bi hev re dilîstin, hesinek dîtine, bi xwe anîn malê û pê lîstin. Di wê navberê de mayîn bi wan de diteqe, ez ne li mal bûm lê çawa deng hat ez beziyam û min dît her zarokekî min li derekê ye û xwîn li erdê diherike. Zarokên min ji ber bermahiyên DAIŞ`ê wiha bûn, em ji destpêka aloziya Sûriyeyê de ji ber şer koçber dibin û herêman diguherînin tenê ji bo ku tiştek bi zarokên me neyê."
"Em di aloziya Sûriyeyê de perîşan, wêran û derberder bûn"
Cewahir Hiweys ku meta zarokan e hêrsa xwe wiha bilêv kir: "Em rûniştibûn û me ji nişkava dengê teqîniyek bihîst me dît zarokên biryaê min in. Mayîn a DAIŞ`ê ye, kevin bû, hemû zengarî bibû. Ez êdî nizanim ez ê çi bibêjim, ev rewşa me ya ji destpêka aloziya Sûriyeyê de ye. Ev 12 sal in em derbider in, her sal li bajarekî û derveke nû ne. Em çiqas ji ber şer reviyan, em li ber deriyê mala xwe rastê hatin. Ev zarokên me bê pêşeroj, bê ewlehî, bê xwendin û jiyana paqij dijîn. Em nizanin çawa bijîn, di zivistanê de serma dikeve dilê me û di havînê de jî germa dikeve hundirê me dijîn. Em kêliyeke rehet nikarin bijîn, heta dema em razayî bin em bi vê rewşê difikirin. Me ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve kêfxweşî nedîtiye, bi vê bûyerê re jî jiyana me serûbin bû."