Çalakvanên jin ên Lubnanî beşdarî greva giştî ya jinan bûn
Komek jinên Lubnanî çalakiya protestoyê organîze kirin û daxwaz ji parlamentoyê kirin ku qanûnên di warê jinan de dadmendiyê pêk tînin û tundî, tecawiz û zewaca di temenê biçûk de sûc dibînin derxin.
CAROLÎNE BAZZI
Beyrûd - Ji bo redkirina her cure şîdeta li ser jinan û lêgerîna edaletê, di çarçoveya Pêngava Greva Giştî ya Jinan a li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê de bi armanca deşîfrekirina tundiya li ser jinan, komek jinên Lubnanî li Beyrûdê li ber parlamentoya Lubnanê çalakiya protestoyê organîze kirin û daxwaz ji parlamentoyê kirin ku qanûnên di warê mafên jinan de dadmendiyê pêk tînin, tundî, tecawiz û zewaca di temenê biçûk de sûc dibînin derxin.
"Divê kujerên jinan bi cezayên herî giran bên cezakirin"
Çalakvana femînîst û namzeda berê ya hilbijartinên parlamentoyê Nahîde Xelîl têkildarî beşdarbûna xwe ya di çalakiyê de wiha got: "Ji 19'ê Hezîranê heta 23'ê Hezîranê li welatên Ereb 5 jin rastî her cure şîdetê hatin û bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Ez bi qanûnîkirina mafan û li dijî cezayê îdamê me lê divê kujer bi cezayê herî giran bên cezakirin. Her tevgerek femînîst di berjewendiya pirsgirêkên jinan de ye. Hejmara jinên ku ji aliyê mêrên bi wan re zewicî bûn ve hatine qetilkirin nayê bîra min lê heta îro jî mêr hene ku nehatine darizandin ji ber ku zagon jinan naparêzin."
"Li her malê şîdet heye"
Çalakvana civaka sivîl Emanî El-Rez da zanîn ku ew jinên di encama şîdeta malbatê de hatine qetilkirin, her dem bi bîr tînin û wiha got: "Em dixwazin gel her dem bi bîr bîne ku li her malê tundî heye. Ez bang li hemû jinan dikim ku dengê xwe bilind bikin û li hemberî mafên xwe bêdeng nemînin."
"Şoreşa me femînîst e"
Çalakvana femînîst Heyat Mirşad bi dirûşma ku bi cil û bergên xwe yên bi nivîsa "Şoreşa me femînîst e" li xwe kir, hêrsa xwe anî ziman û wiha axivî: "Bê jin şoreş nabe. Ji dema tevlibûna me ya şoreşa 17'ê Cotmehê ya sala 2019’an û heta bi salan beriya wê em teqez dikin ku bê jin şoreş nabe. Lewma em her dem dibêjin şoreşa me femînîst e. Dema em dibêjin şoreşa femînîst, yanî şoreşek ji bo dozên mafdar, ji bo mafên mirovan bê cudahî û ne tenê ji bo jinan e. Em dizanin ku mijara grevê ne nû ye, ji ber ku jin bi salan e ji bo redkirina tundiyê vê rêbazê bi kar tînin. Armanc ew e ku em bibêjin pirsgirêkên jinan hene û piştgiriyê bidin hev û hemû jinên hatine qetilkirin bi bîr bînin."
"Ez zewaca di temenê biçûk de bi tundî red dikim"
Fereh Muqedim bi pîşeya xwe dihêle ku ew beşdarî perwerdeya jinên ciwan bibe diyar kir ku ew zewaca di temenê biçûk de bi tundî red dike û wiha got: "Ez karmenda zanîngeha Amerîkî ya Lubnanî me, em bursa xwendinê didin xwendekaran û herî zêde jî li welatên Erebî em didin xwendekarên jin."
"Tundî berdewam dike ji ber ku qanûn îstîsmarkaran diparêzin"
Mamosteya zanîngehê Rîn Ebas anî ziman ku ew ji bo parastina jinên rastê şîdetê tên û jinên bindest beşdarî çalakiyê bûye û wiha got: "Em ê êdî cihêkariya di navbera xwe û mêran de qebûl nekin. Tundî berdewam dike ji ber ku qanûn îstîsmarkaran diparêzin. Em ne li dijî mêran in lê li dijî qanûnên paşverû yên ku mîna ku li dijî jinan hatine derxistin in."
"Divê tecawizkar û tacîzkar bên cezakirin"
Çalakvana femînîst Zehra Dîranî got ku ew weke çalakvanên femînîst ji bo hevgirtina bi xwişkên xwe yên li seranserê herêma Ereban re beşdarî greva giştî bûne û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ev çalakî nîşaneya nerazîbûn û hêrsa me ya li hemberî rastiya ku jin pê re rû bi rû ne, tundî û qetilkirinên derqanûnî jî tê de ye. Divê tecawizkar û tacîzkar bên cezakirin."