Çalakvan Kawkab Badaghî rûbirûyî lêpirsîna îdarî û dadwerî hat
Li parêzgeha Xûzistanê ya Îranê, zextên li ser çalakvanên sendîkayî û karkeran berdewam dikin. Mamoste Kawkab Badaghî bi tohmetên nû re rûbirû ma û Meclîsa Hevahengiyê bang li saziyên ewlehiyê kir ku dawî li gefan bînin.
Navenda Nûçeyan – Kawkab Badaghî Pegah, yek ji çalakvanên sendîkayî ya mamosteyan li parêzgeha Xûzistanê ye, ji bo Desteya Destpêkê ya Lêkolînkirina Binpêkirinên Îdarî ya Wezareta Perwerdeyê ya Parêzgeha Xûzistanê hat bangkirin.
Li gorî agahiyên hatine weşandin, di dosyaya nû ya ev çalakvana sendîkayî de, rûbirûyî tohmeta “derxistina daxuyaniyan” û “teşwîqkirina şopînerên kanala Telagramê ya Encûmena Hevahengiyê ya Rêxistinên Sendîkayî yên Mamosteyên Îranê ji bo aloziyan” di dema xwepêşandanên di navbera meha Kanûna Yekem û Çileya 2026’an” hatiye.
Berê jî bi rûreşiyên dadwerî û îdarî re rûbirû mabû
Kawkab Badaghî Pegah berê jî bi rûreşiyên dadwerî û îdarî re rûbirû mabû. Li gorî raporan, mûçeyê wê di mehên Sibat û Adara 2026’an hatibû birîn. Her wiha, di dosyayeke din de ku di meha Nîsana 2026’an li Dadgeha Şoreşê ya Îzeyê hatibû nirxandin, salek cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Li Xûzistanê berdewamiya zextên li ser çalakvanên sendîkayî
Di rojên dawî de, çend çalakvanên din ên sendîkayî yên mamosteyan û çalakvanên karker li parêzgeha Xûzistanê jî rûbirûyî biryarên dadwerî yên wekî girtin û qedexeya derketina dervayî welat hatin. Ev yek jî bûye sedema zêdebûna fikarên li ser zêdekirina zextên li ser rêxistinên sendîkayî.
Bangên rêzgirtina li mafên çalakvanên sendîkayî
Meclîsa Hevahengiyê ya Rêxistinên Sendîkayî yên Mamosteyên Îranê, vekirina dosyayên nû li dijî çalakvanên sendîkayî şermezar kir û daxwaz kir ku dawî li zext, gef û kiryarên tirsandinê yên saziyên ewlehiyê bê anîn. Meclîsê her wiha tekezî li ser pêwîstiya pêkanîna edaletê, rêzgirtina li mafên çalakvanên sendîkayî û rawestandina nêzîkatiyên ewlehî û dadwerî li dijî mamoste û çalakvanên sendîkayî di şert û mercên heyî yên welat de kir.