Çalakiyên ji bo piştgiriya Rojhilat û Îranê didomin

Xwepêşandanên li dijî rejîma Îranê li hundir û derve berdewam dikin. Ji gelek aliyan ve bangawaziya beşdarbûna çalakiyên dawiya hefteyê hatin kirin.

Navenda Nûçeyan - Xwepêşandanên ku bi kuştina Jîna Mahsa Emînî ji aliyê 'polîsên exlaqî' yên Îranê ve destpê kirin, hefteya xwe ya çaremîn li pey xwe hişt. Ji gelek welatên cîhanê piştgirî ji bo çalakiyên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zêde dibe. Di vê çarçoveyê de wê çalakiyên girseyî bên lidarxistin. 

Sibe mîtîngek heye

Encumena Teknolojiyê ya Zanîngeha Şerîf banga beşdarbûna mîtînga sibe ya li ser êrîşên pasdarên Îranê yên li ser xwendekarên zanîngehê kir. 65 mamosteyên Zanîngeha Teknolojiyê ya Şerîf bal kişandin ser zextên di vê çarçoveyê de.

Banga daketina qadan

Koma “Ciwanên Taxa Tehranê” jî bi weşandina daxuyaniyekê daxwaz ji xelkê Îranê kir ku roja Şemî 8’ê Cotmehê dakevin kolan û meydanên sereke yên bajarên xwe.

Çalakî û grev wê bidomin

Hin xwendekarên zanîngehan ku dixwazin li Îranê mîtîngên nû li dar bixin, ragihandin ku rastî zext û gefan hatine. Xwendekarên Zanîngeha Yezdê diyar kirin ku ji aliyê hêzên asayîşê ve rastî gefan hatine û bi gefa zanîngehê re rû bi rû mane.

Komek ji xwendekarên Zanîngeha Azad a Şaxa Sohankê ya Tehranê gotin, "Heta hevalên me yên xwendekar azad nebin em dest ji xwepêşandan û grevê bernadin."

Ji bo xwendekaran wê meşeke piştgiriyê bê lidarxistin.

Çalakvanên Îranî yên li bajarê Vancouver ê Kanadayê dijîn, diyar kirin ku ew ê 8’ê Cotmehê roja Şemiyê saet di 15:00’an de li ber Galeriya Hunerê bi xwendekar û xwepêşanderên Îranî re mîtînga piştevaniyê li dar bixin û banga tevlîbûnê kirin.

Berdevkê Komeleya Malbatên Qurbaniyên Balafirên Ukraynayê Hamid Ismailon li ser hesabê xwe yê twitterê wiha got: “Em ê roja Şemiyê 22ê Cotmehê li yek ji bajarên sereke yên Ewropayê ji bo piştgiriya xwendekarên Îranî xwepêşandaneke mezin li dar bixin. Em her kesî li wir pêşwazî dikin, "wî got.

Li Berlînê çalakiya rûniştinê pêk anîn

Komek aktîvîstên Elman ên bi navê "Femînîsta" yên li Berlînê dijîn, ji bo piştgiriyê bidin tevgera femînîst û Îranê, plan dikin ku di navbera 9-14'ê Cotmehê de li ber avahiya Partiya Keskan a Elmanyayê ya li Berlînê çalakiya rûniştinê li dar bixin.

300 çalakvan hatin girtin

Li gor raportên rêkxistinên mafên mirovan ji wan Komîteya şopandina rewşa girtiyan di Îranê de, zêdetir ji 300 çalakvanên siyasî û medenî ji wan 100 xwendekar, di heyama serhildana gelanî de hatin girtin.

Zêdeyî 2 hezar Kurd hatin girtin

Rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Hengau piştrast kir ku zêdetir ji 2 hezar welatiyên Kurd hatine girtin û zêdetirî 400 kes jî ji aliyê vê rêxistinê ve hatine naskirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku rayedarên Îranê rejîma Îranê ji kuştina Nika Çakermî berpirsyar dibînin. Nesrîn Şakermî, dayika jina ciwan a Îranî ya ku hatiye qetilkirin, ragihand ku xwişk û birayê wê yên ku hatine binçavkirin, neçar mane ku îtirafên derew bidin û keça wê jî di xwepêşandanên 20’ê Îlonê yên li Tehranê de, ji ber lêdanê hatiye kuştin. ji aliyê cerdevanan ve hat binçavkirin.

Biryara Parlamentoya Ewropayê

Di 6'ê Cotmehê de Parlamentoya Ewropayê biryarek li ser kuştina Mahsa Emînî û tepeserkirina xwepêşandanên li seranserê Îranê şermezar kir. Di biryarnameyê de bang li rejîma Îranê hat kirin ku rewşa qetilkirina Jîna Mahsa Emînî zelal bike û dawî li tundî û cudakariya li ser jinan bîne. Berî niha ji welatên endamên Yekîtiya Ewropî hatibû xwestin ku bi Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re kar bikin ji bo ku mekanîzmayeke lêkolîn û berpirsyariyê ya navneteweyî ava bikin da ku binpêkerên mafên mirovan li Îranê bê ceza nemînin.

Cezayên li ser Îranê

Koordînatorê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell ragihand ku ev yekitî hemû bijardeyan ji bo rûbirûbûna Tehranê dikole û ji ber kuştina Jîna Mahsa Emînî û tepeserkirina xwepêşandanên li seranserî Sûriyê, dê sizayên nû li dijî rejîma Îranê werin berçavgirtin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken amaje bi sizayên nû yên Washingtonê li dijî wan kesên ku xwepêşandanên Îranê tepeser kirine, got ku Amerîka berdewam e li ser wan kesên ku azadiya raderbirînê û kombûna aştiyane ya gelê Îranê red dikin, hesab bide.

Wezareta Xezîneya Amerîkayê ji ber beşdarbûna di tepeserkirina xwepêşandanan de, cezayên nû li ser 7 berpirsên Îranê sepand ku di nav wan de Wezîrên Navxwe, Ragihandin û Rêveberê Polîs jî hene.

Komkujiya Zahedanê: 91 mirî, 7 ji wan zarok

Piştî nêzîkî heftiyekê ji komkujiya hovane ya pasdarên Îranê li Zahedanê, navenda parêzgeha Belûçistanê, dezgehên ragihandinê ragihandin ku hejmara qurbaniyên wê komkujiyê gihîştiye 91 kesan û di nav kuştiyan de 7 zarok hene.

Îna bi xwîn

Gelek çalakvanên Belûç hişyarî dan li ser îhtimala zêdebûna hejmara kuştiyan ji ber nebûna xizmetên tenduristiyê. Hin çalakvanên Belûç ragihandin ku ew neçar bûne ku li xwe mikur bên ku "endamên Ceyş el-Adl" in, da ku bihêlin birîndar li nexweşxaneya Xatam Zahedan neştergerî bibin. Çalakvanên Baluç bang li medyaya civakî kirin ku li dijî vê karesata mirovî bibin dengê welatiyên xwe yên li Zahedanê. Gelek aktîvîstên mafên mirovan û bikarhênerên torên civakî komkujiya ku hêzên ewlehiyê li Zahedanê pêk anîn wek “Îna bixwîn” û li Zahedanê jî wek “Îna Reş” pênase kirin.

Komeleya Nivîskarên Îranê komkujiya Zahedanê û tepeserkirina xwenîşandanên welatiyan û xwendekaran şermezar kir û ev yek bi encama gurbûna hêrsa gel a li hemberî têkbirina jiyana xelkê di heyama 4 dehsalan de li Îranê wesif kir. Lîstikvana Îranî û Balyozê Niyeta Baş a UNICEFê Mohtab Karamatî tundî û zordariya xwepêşanderan li seranserê Îranê şermezar kir.