Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bi dewirgirtina koma 66’emîn bi biryardariyek mezin didome.

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) di 20'ê Tîrmeha 2023'an de ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Çalakiya Nobetê hatibû destpê kirin. Çalakî bi dewirgirtina koma 66’emîn bi biryardariyek mezin didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 65’emîn Xelîl Hevlerî axivî.

Xelîl Hevlerî, da zanîn çalakiya nobetê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dane destpêkirin nêzî saleke didome û wiha got: “Wek tê zanin ev nêzî saleke Çalakiya Nobeta ya me ji bo Rêber Apo dayê destpêkirin didome. Ji bo em vê çalakiya xwe bigihijinin encamê em ê heta dawiyê têkoşin û berxwedana xwe bidomînin. Em bang tevahî gelê cîhanê û gelê Kurd ên dilê wan ji bo Rêber Apo lê dide dikin ku ji bo Rêber Apo rabin ser piyan. Em slavên xwe ji bo tevahî kesê li berxwe didin, girtiyên azadî, gerîlayên serê çiya û Rêber Apo re bişînin.”

Xelîl Hevlerî, di dawiya axaftina de bang li tevayî gelê Kurd kir ku têkoşîna xwe mezintir bikin û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bikin.

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ dawî bû.