Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi koma 50’emîn didome

Çalakvanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi biryardariyek xurt ev zêdetirî 8 mehane di çalakiya nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne.

Mexmûr - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê Tîrmeha 2023’an de çalakiya nobetê hatibû destpê kirin. Çalakî bi dewirgirtina koma 50’emîn û biryardarî didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 49’emîn Sevîm Encû daxuyanî da.

‘Li pey şopa şehîdan meşîn erka me tevane’

Sevîm Encû wiha got: “Bi rihê agirê Newrozê yê ji bedena Mazlum, Kemal, Rewşen û Zekiyeyan îro meşaleya azadiyê li herçar aliyên Kurdistan û cîhanê gûr û bilind dibe. Li pey şopa şehîdan meşîn erkê tevayî gelê Kurd û welatparêziyê ye. Lewma îro bi hezaran ciwanên Kurd û dostên gelê Kurd xwedî li şopa şehîdan derdikevin û şoreşa azadiyê mezin dikin. Şehîdên nemir ên hefteya qehremaniyê xwe kirine pireke ji bo gelê Kurd. Ji bo wê ye îro gelê Kurd di roja îro de dikarin li seranserî cîhanê li hemberî desthilatdarî û zordariyê heyîna xwe biparêze û bigihe astek bilind.”

‘Yekane armanca me mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’

Sevîm Encû bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û got: “Di roja îro de li seranserî Kurdistan û derveyî welat ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gelê Kurd û dostên xwe dinava çalakiyan de ne. Bi heman armancê girtiyên zîndanan ku girtîgeh kirine cihê berxwedanê, dinava şert û mercên zehmet de ketine greva birçîbûnê. Wek wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî jî ev demeke dirêje çalakiya nobetê me daye destpêkirin. Bi çalakiyên xwe em diyardikin ku yekane armanca me mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyan bi dawî bû.