Çalakiya mamosta û karmendên şaredariya Silêmaniyê berdewame

Ji ber negirtina muçeyê sê mehan yê karmendên Şaredariyê û mamosta û karmendên Wezareta Xwendina Bilin carek din çalakî li darxistin û daxwaza mafê xwe kirin.

Silêmanî- Li Silêmaniyê karmendên Şaredariyê  li ber avahiya Banka Herêmê ya Silêmaniyê li dijî nedayîna mûçe çalakî kirin. Mamosta û karmendên Wezareta Xwendina Bilind jî li ber deriyê kampa kevin a Zanîngeha Silmaniyê çalakî kirin û xwestin mûçeyên wan di dema xwe de were dayin.

Karmendên Şaredariyê  sê mehe, mamosta û karmendên Wezareta Xwendina Bilind jî dû mehe muçeyê xwe ne girtine. Rewşa wan her roja diçe xirabtir dibe û hemû ji ber vê rewşê mecbûrin deyîn bike gelek ji wan ger muçeyê xwe yê sê mehan bigre wê deynê xwe bigirin.

“Wezareta Xwendina Bilind nêzî 60 rojane muçe negirtine”

Jin pêşengtiya çalakiyan dikin û daxwaza mafê xwe dikin. Fermanbera wezareta xwendina bilind Firişte Elî da diyarkirin ku ev dû mehe muçe negirtiye û ji ber wê li ber deriyê zanîngehê em çalakiyan dikin û daxwaza mafê xwe dikin û wiha got: “Nedana muçeyan em geek zehmetî dikêşin û em edê nikarin vê yekê bi pejirînin, ji ber wê mamosta û fermanberên zanîngehên cûda bi yek dengî daxwaza mafê xwe dikin. Ji destpêka çalakiyan ve heta niha hikumet ne hatiye ka em çi dixwazin, butçe heye û wezarên dinê muçeyên xwe yên meha Nîsanê jî girtine. Eve cihê pirsyarê ye çima li aliyê me muçe nîne, lê ji bo wezaretên dinê heye, eve baca çiye didinç ji ber wê divê em baca nakokiyên di nava partiyan de bidin. Şemî 14’ê Gulanê ezmûnên xwendevanên zanîngehê wê destpê bike, lê belê em mamosta ne amadene biçin ezmûnan û rê nadin xwendevan jî ezmûn bikin. ji ber ne tenê pirsgirêk muçeye, pirsgirêkên din ji hene kêm û kurtî ji di nava zanîngehan de hene nakokiyên partiyan dibe sedemê vê rewşa zanîngeh û perwerde yê.”

“Desthilat bi hêzên polîsan bersîva xelkê hejar didin”

Fermanbera bi peyman ya şaredariya Qeredax Nazenîn Mehemed ku bejdarî çalakiyê bûye dibêje: “Tenê em daxwaza muçeyê xwe dikin, ger muçeyên me nedin emê neçin ser karê xwe, ger bidin jî emê biçin ser karê xwe. Heta ku em bi ser hikumetê de neçîn muçeyê me nade, xwezî tu dahata Kurdistanê nebûya ji ber ne ji bo feqîr û hejarane, tenê desthilat û partî sudê jê digrin. Tu kes ji pilanên hikumetê fam nake, her li hevkirinek ji bo berjewendiyê xweye. Em daxwaza mafê xwe dikin.”