Çalakiya konvedanê ya li pêşiya NY di roja xwe ya 4’emîn de didome

Şêniyên ku beşdarî çalakiya konvedanê ya li pêşiya nûnertiya NY ku dikeve roja xwe ya 4’emîn de piştgirtiya xwe ji vê çalakiyê re nîşan dan û bêdengiya cîhanî şermezar kirin.

Qamişlo – Di 12’ê Tebaxê de bi pêşengtiya Hêzên Parastina Civakî HPC-Jin li dijî êrîşên dewleta tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di bin dirûşmeya “Kanî dadmendiya we, em cîhanê vedixwînin wijdan û dadmendiyê” li pêşiya NY ya li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konê çalakiyê vedan. Çalakiya konvedanê di roja xwe ya 4’emîn de didome, şêniyên Kantona Hesekê jî berê xwe dan konê û beşdarî çalakiyê bûn.

Der barê vê mijarê de, Lorîn Xelef ji bajarê Hesekê - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku beşdarî çalakiya konvedanê bûye, ji ajansa me re axivî.

“Daxwaz û doza me yek e”

Lorîn Xelef destnîşan kir ku daxwaz û doza wan yek e û got: “Em wekî tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriyê didin vê çalakiyê, ji ber ku doz û daxwaza me yek e. Destekdayîna me ji hev re di vê demê de girîng û bi wate ye. Eger em hemû bi yek helwest tevnegerin dê dijmin me tune bike, lewra em ê hemû bi hev re têkoşîn bikin li pêşiya van êrişên hov û em li vir in heya ku heqî bi ser bikeve.”

“Komkujiyên tên kirin şerma mirovahiyê ye”

Lorîn Xelef eşkere kir qetilkirina gelê bêguneh şermek e tevahî mirovahiyê ye û wiha bi dawî kir: “Şeva borî careke din Navçeya Amûdê û gundewarên wê hat bombebarankirin, her wiha îro ji saetên sibê de bajarê Kobanê û gundewarên wê tên topbarankirin û di encamê de zarokekî 11 salî jiyana xwe ji dest da û 3 welatî jî birîndar bûn. Zarok, jin, mêr, kal û pîr li ber çavan tên qetilkirin ev şermeke herî mezin a mirovahiyê ye.”