Çalakiya konvedanê ya HPC-Jin di roja 6’emîn de ye

Çalakiya Konvedanê ya HPC-Jin di roja xwe ya 6’emîn de didome, çalakvanan eşkere kirin ku dewleta Tirk di daxuyaniyên xwe de berovajî rastiyê radigihîne û heta vê kêliyê jî êriş berdewam in.

Qamişlo – Çalakiya konvedanê ya HPC-Jin ku li dijî bêdengiya li hemberî êrişan li pêşiya nûnertiya NY dabûn destpêkirin di roja 6’emîn de berdewam dike. Gelê heremê berê xwe didin konê û li hemberî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî bêdengiya NY û tevahî hêzên cîhanê şermezar dikin.

“Daxuyaniyên Tirkiyê berovajî rastiyê ne, heya vê kêliyê êriş berewam in”

Beşdarvana çalakiyê Firyal Qesûm a ji navçeya Çil Axa ya girêdayî bajarê Qamişlo da zanîn ku daxuyaniyên dewleta tirk berovajî rastiyê ne û got: “Em êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tundî şermezar dikin û li hemberî wan disekinin. Daxuyaniyên dewleta tirk ên ku di riya wan re dibêje me operasyon li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpê nekiriye, ne rast e. Ji ber ku heya vê kêliyê êriş berdewam in. Ji bo hilweşandina projeya neteweya demokratîk dewleta Tirk êrişên xwe berdewam dike. Em ê bi ser bikevin û projeya xwe ya demokrasiyê bi pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam bikin.”

Jîn Sîraca biçûk a bavê wê di encamê êrişên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest daye, vê peyamê dide dewleta tirk û hevkarên wî: “Çima tu li zarokan dixe, malên me hedef digrî û nahêlî ku zarokên vê axê bi aramî jiyan bikin û ji xwe re bileyîzin. Ez keça şehîd im û ez çekê bavê xwe li erdê nahêlim û ez ê tola bavê xwe hilînim.”