Çalakiya “edaletê” di roja 245’an de ye

Çalakiya nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar dayî despêkirin di roja 245’an de dewame.

Riha – Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja 245’an de berdewam dike.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê ev peyam parve kir: “Em xwe ji dozgeran aciz dikin lê aliyê ku komkujî pêk aniye parlamenter û malbata wî ye. Di vê pêvajoyê de kes hesab napirse. Kesên nikarin hesab bipirsin wê rojekê li pêş darazê hesab bidin.”