‘Agirê li lûtkeyên çiyayan dilê me geş dike’

Jinên Kurd weke pêşengên parastina çandê li dijî tarîtiyê Newroz pîroz kirin. Bi pêxistina agirê Newrozê, peyama aştî û azadiyê dan cîhanê. Etaw Abdurehman a ji Silêmanî got ku bila Kurd bi cilên Kurdî Newrozê pîroz bikin.

HÊVÎ SELAH

Silêmanî – Dîroka Newrozê di wêje û çanda Kurd de bi destanên nemir û lêgerîna azadiyê ve girêdayî ye. Di vê kevneşopiyê de, Newroz tê wateya bidawîbûna zivistanê û destpêka biharê. Her wiha îro, wekî nasnameyeke neteweyî tê dîtin û her sal bi kêfxweşî, coş û xiroş tê pîrozkirin

Li gel hatina werza Biharê û nûbûna xwezayê, gelê Kurd bi hemû pêkhate û rengên xwe cejna Newrozê pêşwazî dike. Îsal jî weke her sal dengê azadiyê bilind dibe û jin cil û bergên Kurdî yên rengîn li xwe dikin, beşdarî pîrozbahiyan dibin, nîşan didin ku çanda Kurdî perçeyek ji têkoşîna nasnameyê ye. Agirê Newrozê ku li lûtkeyên çiyayan tê pêxistin, ne tenê ronahiyek e, wekî sembola germkirina dilê mirovên xwedî xeyalên pêşerojeke azad tê dîtin. Di vê çarçoveyê de di çanda Kurdan de, govend, stran, pîrozbahiyên girseyî gelek girîng in, dibin amûra yekîtî û bihevrebûnê û nîşan didin ku li dijî tarîtiyê hêza gelek ku tu caran serî natewîne. Ev pîrozbahî di heman demê de li Rojhilata Navîn dibin wesîleya peyama aştî û jiyana bi hev re.

Gelê Kurd û jinên Kurd ji dîrokê ve heta niha, ji bo pîrozkirina Newrozê, di 20’ê Adarê de li hev kom dibin û agirê Newrozê pêdixin. Roja din jî di 21’ê Adarê de pîrozbahi didomînin û ji bo seyranê diçin deşt û çiyayan.     

‘Hemû xelk li taxê kom dibin û stranên Newrozê dibêjin’

Etaw Abdurehman cejna Newrozê li gelê Kurd ê her çar aliyên Kurdistanê pîroz kir û got: “Ez di wê hêviyê de me ev cejne ji bo gelê Kurd bibe wesîleya xweşî û aramiyê. Tameke cuda ya Newrozên din hebû. Ji ber em ciwantir bûn û tameke wê ya cuda hebû. Xelk beriya Newroz were, amadekarî dikirin, cilên Kurdî ji bo xwe û zarokên xwe û pêwistiyên malê de amade dikirin. Di roja Newrozê de xwarin amade dikirin û diçûn seyranê. Hemû kesan roja beriya Newrozê agir pêdixistin. Mala me li Bextiyarî bû hemû şêniyên taxê li hev kom dibûn me agir pêdixist û stranên Newrozê digot. Lê belê niha em li ber deriyê mala xwe jî agir pênaxin, ji bo pîrozkirinê cihên taybet hatine çêkirin.”

‘Em agir vêdixin û roja din diçin seyranê’

Etaw Abdurehman wiha got: “Ez ji berê heta niha beşdarî hemû pîrzobahiyên neteweyî dibim. Bi taybetî gelek ji pêxistina agirê Newrozê hez dikim. Salek ez li Ewropayê bûm, min got ger neçim Newrozê dê dilê min bisekine. Min ji bo xwe hinek tişt girtin ji bo Newroza Kurdistanê. Ez beşdarî hemû Newrozan dibim û gelek jê hez dikim. Ez di wê hêviyê de me ku xelk Newrozê li hev pîroz bikin û ji bo Kurdan bibe Newrozeke xweş. Ez ê jî li gel koma xwe di 20’ê Mehê de agirê Newrozê vêxim û 21’ê Adarê jî biçin seyranê. Ji bo Newrozên berê, li gorî hêza xwe me cil û xwarina amade dikir û niha jî em ê xwarin û nan ji bo Newrozê amade dikin. Berê me di Newrozê de nan û penîr û tiştên sivik amade dikir û peyatî diçûn cihê seyranê, wê demê weke niha erebe tunebûn lê niha rewş hatiye guhertin û xelk xwarinên xweş û cuda çêdikin û dibin seyranê.”

‘Bila xelk bi cilên Kurdî Newrozê pîroz bikin’

Etaw Abdullrehman di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Xwezî xelk weke cejnê sibeha Newrozê rabûyana xwarinên taybet amade bikirana. Niha hûn jî dizanin rewş nebaş e, înşala Kurd û Kurdistan parastî bin û cejna îsal hinek bi tirs e. Lê belê ez bang li xelkê dikim ku di vê Newrozê de cilên Kurdî, bedew û resen li xwe bikin û dilê xwe xweş bikin Newrozê pîroz bikin.”