9 salên rizgarkirina Şengalê: Bi heman rihî têkoşîn didome
Berdevka Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Sûham Şengalî diyar kir ku piştî rizgarkirina Şengalê gav bi gav DAIŞ têk çûye, darbe li zîhniyeta xof hat xistin û got ku di roja îro de jî Şengal bi heman ruhî li dijî her êrişan li ber xwe dide.
BÊRÎVAN ÇIYA
Şengal - Şengala ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû dagirkirin, di 13’yê Mijdara 2015’an de bi pêngaveke berfirehtir a leşkerî di encama şerekî 11 mehan a sîng bi sîng ku li taxên ber bi çiyayê Şengalê ve hat meşandin de hat rizgarkirin. Pêngava rizgarkirina Şengalê di destpêka çileya sala 2015’an de bin navê ‘Fermandariya Êzîdxanê ya Ji Bo Rizgariya Şengalê’ dest pê kir û di 13’ê Mijdara 2015’an de bi rizgarkirina Şengalê encam bû. Şengal mal bi mal, tax bi tax ji destê DAIŞ’ê hat rizgarkirin.
Di pêvajoya şerê rizgarkirinê de tevî hemû şert û mercên zehmet jî civak rêxistinbûna xwe hîn berfireh kir û bi vî awayî ji hemû êrişan re bûn bersiv. Bi taybetî jin ji qada leşkerî heta qada civakî her milê ve xwe birêxistin kirin û pêşengtî ji civaka êzidî re kirin.
Bi munasebeta 9’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê Berdevka Komîteya Dîplomasî ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sûham Şengalî pêvajoya rizgarkirinê, rêxistinbûna jin û civaka Êzidî ji ajansa me re nirxand.
Berdevka Komîteya Dîplomasî ya TAJÊ Sûham Şengalî bal kişand ser fermana 3’yê Tebaxa 2014’an û diyar kir ku planên esasî ya çeteyên DAIŞ û hevkarên wê ew bûye ku ji aliyê fîzîkî hebûn, çand û baweriya Êzidiyan ji holê rakin, ji ber wê êrişî herî hovana di 2014’an de pêk anîne û wiha got: “Bi rastî jî em dikarin bêjin birînên fermanê hîn di dilê civaka Êzidî û hemû mirovahiyê de nehatine kewandin. Ji aliyê din ve bersiva rast a li dijî çete û hevkarên wan ew bû ku Şengal piştî fermana giran di nav salekê de ji DAIŞ’ê hat paqijkirin.”
Piştî rizgarkirinê gav bi gav DAIŞ têk çû
Sûham Şengalî ragihand ku ji ber hêza wek DAIŞ’ê diçû ku derê ew der talan dikir ji ber vê herkesî digot kes nikare li beramberî DAIŞ’ê bisekine û ev nirxandin kir: “Lê gerîlayên HPG-YJA Starê, YPG-YPJ,YBŞ-YJŞ, li Şengalê li beramberî çeteyê herî hov DAIŞ’ê li ber xwe dan, şer kirin û ji dinyayê re dan nîşandan ku hêzek bi fikir û ramanên xwe, bi şer û qehramantiya xwe dikare li hember hêzek ewqas hovane şer bike. Ev yek bi taybetî di rizgarkirina Kobanê û Şengalê de hat nîşandan. Di encama berxwedana 11 mehan a şervanan de bi taybetî li Sûka Kevn, Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Piştê vê gav bi gav DAIŞ têk çû, herêm ji çeteyan hat rizgarkirin. Ger niha em bi rihetî bi çand û baweriya xwe li Şengalê dijîn ev bi saya şehîdan û berxwedaniya ku hatiye meşandin e.”
‘Mayîna civaka êzidî ya li Şengalê bersiva herî girîng bû’
Sûham Şengalî destnîşan kir ku bersiva herî girîng a ji DAIŞ’ê re yek rizgarkirina Şengalê û mayîna civaka Êzidî ya li ser warê xwe bûye û wiha pêde çû: “Plana mezin a DAIŞ’ê ew bû ku Şengal ji Êzidiyan xalî bike. Civaka Êzidî ruxmî ewqas zor û zehmetiyan jî dema berxwedaniya şervanên azadiyê dît ji wan hêz û moral girt û li ser axa xwe ma. Êzidiyên ku dema fermanê xwe spartin çiyayan, tevî hemû zor û zehmetiyan dest bi rêxistinkirina xwe kirin. Bi taybetî keç û xortên êzidî li kêleka şervanên azadiyê tev li şerê dijî DAIŞ’ê bûn û bi komeke biçûk hêza xwe ya paratinê ava kirin. YBŞ û YJŞ di pêvajoyeke wisa de hatin damezirandin. Ne tenê di warê eskerî de, civaka êzidî bi taybetî jin ku DAIŞ herî zêde di şexsê jinên êzidî de ferman pêk anî, di warê rêxistinkirina civakê de jî bi erka xwe rabûn. Bersiva herî xort û herî rast bi pêşengtiya jin de rêxistinkirina civaka Êzidî bû. Di kêleke şerê li dijî DAIŞ’ê de yekemîn gava ku bê avêtin parastina cewherî ya civakê bû. Bi vî awayî hêdî hêdî dest bi avakirina meclisa jin û meclisa gel hat kirin. Bi taybetî em dikarin bêjin ku piştî rizgarkirina Şengalê ya ji destê çeteyên DAIŞ’ê vê carê civaka êzidî gav bi gav vegeriya ser axa xwe. Piştî wê pêwîst pê hebû ku hem hêza parastinê were xurtkirin hem jî rêxistinkirina heyî hîn bêhtir berfireh bibe. Ji bo rêxistinkirinê qonexeke nû hat destpêkirin. Bi taybetî jin bikaribin xwe biparêzin, bikaribin çand û baweriya xwe bijîn pêwîstiya herî mezin ew bû ku beramberî fermanê rêxistinkirina xwe bi pêşengtiya jin pêş bixin.”
‘Rizgarkirina Şengalê hêvî da avakirin’
Di domandina axaftina xwe de Sûham Şengalî diyar kir ku di hemleya rizgarkirina Şengalê de gelek esîr ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin û wiha got: “Bi bedelên ku dihatin dayîn hem herêma Şengal ji DAIŞ’ê dihatin paqijkirin hem jî keç û jinên êzidiyên ku esîr ketibûn destê çeteyan dihatin rizgarkirin. Ev yek bi rastî jî di nava hemû civak û mirovahiyê de hêviyek da avakirin. Şerê beramberî çeteyan ew hêviya azadî û rizgariyê di dilê hemû mirovahiyê de dida çêkirin. Ji ber DAIŞ xofa ku têk naçe dilê her kesî dabû avakirin. Beramberî vê hinek hêzên ku destê wan di fermanê de heye radibin dibêjin me ji bo rizgarkirina Şengalê şehîd dane, li ser ragihandinê derewan dikin. Dinya alem şahidiya ku kê li Şengalê şer kir û şehîd da, kir. Dinya şahidî berxwedaniya 11 mehan kir.”
Şengal cihekî stratejîk û girîng e
Sûham Şengalî destnîşan kir ku Şengal paxtexta Êzdiyatiyê ye, ger çiyayê Şengalê nemaba Êzidî nedikarîn li tu deverê bi çand û baweriya xwe bijîn û wiha domand. “Ji ber vê yekê Şengal ji bo Êzidiyan cihekî gelek stratejîk û girîng e. Di hemû fermanan de jî civaka Êzidî xwe li van çiyayan ragirtiye. Cihê ku êzidî xwe ji fermanan parastiye û karine bi çand û baweriya xwe bijîn Şengal e. Ji ber vê yekê hêviyek di dilê Êzidiyên ku li derveyî Şengalê de dijîn da avakirin.”
‘Darbe li zîhniyeta ku digot Şengal ket, hat xistin’
Di dirêjiyahiya axaftina xwe de Sûham Şengalî ragihand ku ew rizgarkirina Şengalê tenê wek di warê fîzîkî de derxistin û şikandina DAIŞ’ê nagirin dest û ev nirxandin kir: “Darbe li wî zîhniyeta ku digot êdî Şengal ket, êdî Kobanê ket, hat xistin. Bi vî rengî hêz, moral û manewiyat çêbû. Bi vî yekê pêngav bi pêngav herêmên din jî hatin rizgarkirin. Niha bi taybetî em dikarin bêjin Iraq deyndarî vê berxwedaniyê ye. Şengal parçeyê esasî ya Iraqê ye. Her wiha çeteyên DAIŞ’ê di nav 2 saetan de Musil ku parêzgehê herî mezin a Iraqê ye, dagir kiribû û kêm mabû bigihêje aliyên din a Iraqê jî. Bi taybetî rizgarkirina Şengal rê li ber rizgarkirina Musilê jî vekir. Em dikarin bêjin ku li Iraqê cihê yekemîn ku ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin Şengal bû, ji ber vê yekê gelek girîng bû. Yanî şervanên azadiyê li Şengalê keramet û rûmeta Iraqê parastin. Çima em vê yekê dibêjin di roja îro de hêza ku Şengalê parastin û rizgarkirin rastî gotinên wekî rewa nîn e tê û êrişên li ser wê hêzî rewa dikin. Ew hêz tevî her tiştî Şengal û civaka êzidî parastin.”
‘Ji bo rizgarkirina jinên êzidî em ê têbikoşin’
Di axaftina xwe de Sûham Şengalî bal kişand ser operasyonên ku hê jî li dijî DAIŞ’ê pêk tên û ev tişt anî ziman: “Bi taybetî em dikarin bêjin piştî rizgarkirina Şengalê jî şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê berdewam kir. Di rizgarkirina herêmên wekî Tebqa û Reqayê gelek jinên êzidî ji destê çeteyan hatin rizgarkirin. Piştî ew herêm bi temamî ji çeteyan hatin paqijkirin jî şerê li beramberî DAIŞ’ê bi dawî nebû. Gelek şaneyên DAIŞ’ê hem li bakur û rojhilatê Sûriyeyê hem jî li Iraqê hene. Li dijî vê jî YPJ-YPG û QSD gelek operasyonên berfireh dan destpêkirin û heta roja îro jî didome. Di van operasyonan de yek jê hedefa esasî ev e ku jinên êzidî yên di destê çeteyan de ne werin rizgarkirin. 10 sal li ser fermanê re derbas bû û bêguman ji bo kesên ku ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin mijûlbûnek tê xwestin. Bi rastî jî em gelek spasî li YPJ û QSD’ê dikin û salvegera rizgarkirina Şengalê li wan jî pîroz dikin ku heta roja îro ji bo rizgarkirna jinên êzidî di nav hewldanan de ne.
Di hemleya herî dawî ku beriya niha hatibû destpêkirin gelek jinên êzidî hatibûn rizgarkirin. Jixwe piştî ku jinên êzidî tên rizgarkirin bi rêya YBJ-YJŞ’ê derbasî Şengalê dibin û ji aliyê TAJÊ ve radestî malbatên wan tên kirin. Tenê derbaskirina Şengal û radestkirina malbatên wan na, bi wan re mijûlbûn tê kirin da ku careke din ji aliyê psîkolojîk ve bikaribin vegerin nav civak, çand û baweriya xwe. Em dikarin bêjin ku hejmareke mezin jinên êzidî ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin û heta niha jî rizgarkirina wan berdewam e. Piştî rizgarkirina Şengalê têkoşîna jinên êzidî bi xurtî derbasî qoneke din bû. Em jî weke TAJÊ ji bo rizgarkirina jinên êzidî, hem di warê hiqûqî de hem jî di warê siyasî de yanî ji her hêlî ve têkoşîn dimeşînin. Em dikarin bêjin jinên êzidî bi rêxistinbûna xwe û bi avakirina hêza xwe ya parastinê bersiva herî mezin da çeteyên DAIŞ û hevkarên wê. Wek jinên êzidî dê ev têkoşîna me heta rizgarkirina hemû jinên êzidî yên di destê çeteyan de ne, berdewam bike.”
‘Iraq rê li ber êrişan vedike’
Sûham Şengalî di axaftina xwe de bal kişand êrişên li ser Şengalê û diyar kir ku li ser Şengalê polîtîkayên qirêj ên dewleta tirk û PDK’ê didomin û wiha lê zêde kir: “Ew hêzên ku bi DAIŞ’ê re lihevkirin û bi ser civaka êzidî ve şandin, raste rast êrişê Şengalê dikin û her wiha Iraq jî dibe hevkarê êrişên li ser YBŞ-YJŞ ku keramet û rumeta Iraqê parastin. Iraq bi hemû aliyan ve rê li ber van êrişan vedike. Her wiha PDK yekane hêz bû ku rê li ber DAIŞ’ê vekir û her hêlî ve destek da çeteyan. Ji bo civaka êzidî were qirkirin tifaqî bi DAIŞ’ê re kir. PDK bi heman zihniyetî dijminatî dike û hevkariya dewleta tirk dike. Em weke civaka êzidî dizanin ku dewleta tirk bi sedan salan e li dijî civaka êzidî ferman pêk aniye û heta îro jî dijminatî bi civaka êzidî dike. Em dikarin bêjin ku ev polîtîkayên şer ên dewleta tirk û PDK û destekdayîna hikûmeta Iraqê dixwazin careke din Şengal di nav bêaramiyê de bimîne. Yek jê sedema bêaramiya li Iraqê şirîkî û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re ye. Ji bo Iraqê şermeke herî mezin bû ku di roja îro de di bin serweriya wê de civaka Êzidî rastî êrişan tê. Di êrişa herî dawî de 5 şervanên Êzidî û yek jî şervanê Ereb bi giştî 6 şervanên me di encama hevkariya Iraq û PDK ya bi dewleta tirk re şehîd bûn. Lazim bû di van rojan de ku em nêzî salvegera rizgarkirina Şengalê dibin Iraq spasî li şervanên azadiyê, YBŞ û YJŞ’ê bikira ku çawa li hember çeteyan şer kirin û axa Iraqê parastin.”
‘Êzidî li dijî polîtîkayên qirêj li ber xwe didin’
Sûham Şengalî got ku civaka êzidî çawa ku li hemberî çeteyan li ber xwe da, axa xwe parast îro jî li hember polîtîkayên dagirkeriyê li ber xwe didin û ev tişt vegot: “Em nahêlin hedefa çeteyên DAIŞ û hevkarê wê pêk werin. Şengal warê êzidiyan e û dê êzidî her bi çand û baweriya xwe lê azad bijîn. Îro li her derê li hember vê dagirkeriyê berxwedaniyek heye û Şengal jî yek ji van cihan e ku li hember dagirkeriyê li ber xwe dide.”
Sûham Şengalî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em salvegera rizgarkirina Şengalê li Rêber Apo, gerîlayên ku li tunelên şer li dijî dagirkeriyê şer dikin û li ber xwe didin, pîroz dikin û ji Şengalê heta Îmraliyê silav û hezkirina xwe dişînin. Her wiha dê Şengal çawa li hember DAIŞ’ê şer kir û bi ser ket, dê îro jî bi heman ruhî li ber xwe bide û bi ser bikeve.”