9 jinên li Enqereyê hatin binçavkirin dest bi greva birçîbûnê kirin
9 jinên ku ji ber beşdarî Meşa Şoreşgerî ya ODTU’yê bûn, bi hinceta "endama rêxistina terorê" û "propagandaya rêxistina terorê kirine" hatin binçavkirin, dest bi greva birçîbûnê kirin.
Navenda Nûçeyan - Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat destpêkirin de, duh danê sibê ji aliyê Şaxa TEM'ê ve bi ser gelek malan de hat girtin. Di serdegirtinê de 9 jê jin 16 kes hatin binçavkirin. Jinên ku ji ber beşdarî Meşa Şoreşgerî ya ODTU’yê bûn, bi hinceta "endama rêxistina terorê" û "propagandaya rêxistina terorê kirine" hatin binçavkirin, dest bi greva birçîbûnê kirin. Hate hînbûn ku şekir birîna parêzaran ya ji bo jinên dest bi greva birçîbûnê kirine, ji aliyê Emniyetê ve tê astengkirin.
Navên hatin binçavkirin wiha ne:
Hevberdevkên Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad Bêrîvan Kaylu û Ozgur Abûl, Endama Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Federasyona Komeleyên Ciwanan (SGDF) Hîvda Selen, Kiymet Cengiz, Ebrar Uz, Endama Jin ya Demokrata Nû Dîlan Mollaahmetoglu, Berfîn Babaoglu, Dîlan Yakin, Yaprak Delfîn Turgan, Eda Kahraman, Rûken Gul, Mustafa Demîr, Cîhat Uygur, Mert Orhan Omer.