9’emîn Mihrîcana Kurteçîroka Kurdî bi ahenga belavkirina xelatan bi dawî bû

9’emîn Mihrîcana Kurteçîroka Kurdî bi ahenga belavkirina xelatan bi dawî bû

Qamişlo- Di 8’ê Hezîranê de, 9’emîn Mihrîcana Kurteçîroka Kurdî li Rojava ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurd yên Sûriyeyê ve li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin û 5 rojan dewam kir. Di dirêjahiya 5 rojan de, 35 nivîskaran nav de 16 nivîskarên jin li ser asta Rojavayê Kurdistanê kurteçîrokên xwe gotin.

Piştî gotina 5 kurteçîrokên dawî, şahiyeke hunerî hebû û tê de gelek stranên gelêrî hatin gotin. Paşê ahenga belavkirina xelatan ji bo hersê kesên bi ser ketî dest pê kir. Di heman demê de, ji bo hemû beşdarvanên mihrîcanê spasname hatin dayîn.

Di rêza yekem de çîroknûs Mîdya Berekat ji Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bi kurteçîroka bi sernavê “Roja Yekşemê” bi ser ket.

Di rêza duyemîn de jî çîrokbêj Kerem Tekoglu ji Bakurê Kurdistan bi kurteçîroka bi sernavê “ Êşa Ziman” û çîroknûs Vejîn Kurda ji Efrîn a Rojavayê Kurdistanê bi kurteçîroka bi sernavê “Pelîn” cih girt.

Ji xwe di rêza sêyem de çîroknûs Aram Elî ji Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê bi kurteçîroka bi sernavê “Hêviya Xewnên xweş” bi ser ket.

‘Bi zimanê Kurdî xwe bidin nasîn’

Mîdya Berekat a ku di rêza yekem de bi ser ket, bi rêya dîmenekî, spasiya Yekîtiya Nivîskarên Kurd yên Sûriyê li ser piştgiriya ji bo nivîskarên çîrokan bi rêka mihrîcanan û got: “Dema ku dijmin dixwaze me tune bike, berî her tiştî zimanê me qedexe dike. Lewra tişta herî girîng ku gereke em xwe pê bidin nasîn; zimanê me yê Kurdî ye. Ez hêvî dikim ku derfetên çêkirina mihrîcanên çîrokên Kurdî wiha li Rojava pirtir bibin. Her wiha ji bo ciwan û nivîskaran piştgirî were pêşkêşkirin.”

‘Hêviya lidarxistina mihrîcanên Kurdî li Efrîn û Serê Kaniyê’

Em weke Kurd, hêviyeke me heye ku rojek ji rojan xewna me bibe rastiyek û Kurdistan rizgar bibe. Efrîna me û xwişka wê Serê Kaniyê di heman êşê de ne, rizgar bibin. Û li ser axa xwe di hemêza Çiyayê Kurmênc em jî mihrîcanên wiha bi zimanê Kurdî li dar bixin.”