8 aktivîstên girtî li Erebistana Siûdî dest bi greva birçîbûnê kirin

ALQST’ê ragihand ku aktivîsta mafên mirovan Salma Al-Shehab bi 7 aktivîstan re dest bi greva birçîbûnê kirine.

Navenda Nûçeyan – Aktivîsta mafên mirovan Salma Al-Shehab di sala 2021’ê de ji bo betlaneyê çûbû Erebistana Siûdî, parvekirinên li ser medyaya dîjîtal kiribûn hincet hatin nîşandan û hat girtin. Salma Al-Shehab, bi îdiayên "Zirardayîna pergalê, alîkariya muxalifan” û “Weşandina gotinên şaş” ji aliyê Dadgeha Terorê ya Taybet ve 34 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Rêxistina civaka sivîl ALQST ku li Erebistana Siûdî li ser binpêkirina mafên mirovan lêkolînan dike û raporan amade dike, ragihand ku Salma Al-Shehab ji 23’yê Adarê ve di girtîgehê de bi 7 aktivîstên jin re ji bo cezayê bê hiqûq û kêfî şermezar bikin dest bi greva birçîbûnê kirine.

Rêxistina mafên Mirovan a Siûdî ya Evropayê, berê jî bi daxuyaniya ku dabû, cezayê girtîgehê yê li Salma Al-Shehab hatiye birîn şermezar kiribû, diyar kiribû ku heta niha tu aktivîstek cezayê ewqas giran negirtiye. Rêxistinê dabû zanîn ku li gelek aktivîstên jin cezayê kêfî hatine birîn û di serî de tacîza zayendî rastî gelek îşkenceyên giran hatine.

Kampanyaya ku bi navê "Ji bo Selma Al-Shehab azadî” li welatên derve hatibû destpêkirin hê jî didome.