Ji 75 jinan serlêdana sûc

75 jinên ku di 1’ê Îlonê de li Kadikoyê ji ber ku xwestin îfade bidin hatibûn binçavkirin, serlêdana sûc kirin.

Navenda Nûçeyan- 75 jinên di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li Kadikoyê bi taciz û tundiya polîsan re rûbirû man û bi lêdanê hatin binçavkirin, li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê dan. Jinan bi gotina "Hûn nikarin bi îşkence û binçavkirinan vîna jinan teslîm bigirin" diyar kirin ku der barê berpirsan de sêrledana sûc bikin. 

“Dixwazin jinê bitirsînin”

Îlknûr Bîrol a di daxuyaniyê de axivî, bi vegotina tiştên roja 1’ê Îlonê hatin jiyîn, wiha got: “Hem ji bo giliyên xwe yê îşkence, derp û muameleyên xirab ên her merheleyen wê sûcê ji ÎHD’ê bikin û ji bo lêpirsîn û darizandina erkdarên hezê yên ji ber van muameleyan ji darazê re bi ragihinîn û îlan bikin li vir. Demek dirêje bi heman helwestê nêzî me dibin. Jinên ku xwestin li Îskeleya Kadikoyê daxuyanî bidin ji hêla polîsên girêdayî Emniyeta Stenbolê ve bi şîdetê re rûbirû man û hatin binçavkirin. Êrişa li hemberî jinan wek teknîkek tê bikaranîn. Lêdan, kelepçekirina berovajî, heqaret, temas hemû sûc e û di 2'ê Îlonê de ev sûc li hemberî jinan pêk hat. Dixwazin jinê bitirsînin. Li ser jinan dixwazin peyamekî bidin civakê."

Divê hesab bê pirsin

Ji komeleya Demê ya Jinan Dîlek Başalan jî wiha nêrînê xwe anî ziman: "Li hemberî jinê bi awayekî sîstematîk şîdet tê meşandin. Gelo çima Roja Aştiyê de êriş birin ser jinan? Ji ber ku dizanin dê aştiyê bînin vî welatî jin in. Di 1'ê îlonê de jin li dijî şer û pêkanîna aştiyê kom bûn. Di 8'ê Adarê de, di 25'ê Mîjdarê de li hemberî jinan doz tên vekirin. Di roja aştiyê de êriş birin ser jinan. Îqtîtara AKP-MHP peyamek xwest bide. Wekî nêzîkatiya li hemberî Semra Guzel. Dixwazin serî bidin tewandin. Lê divê bê zanîn ku çend bigirin binçavan jî tê jin her tim li kolanan bin. Em ê bi hev re bin."

Endama Halkevî Zeynep Çelîk bal kişand îşkence weke zîhniyeta dewletek didome, diyar kir ku bi taybetî di siya hilbijrtinê de êrişên tên kirin hin zêdetir bûne.

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya, da zanîn ku pergala heyî li hemberî jinê êrişeke mezin pêk tîne û wiha axivî: "Di Roja Aştiyê ya Cîhanê de em carek din bi zîhniyeteke wisa ya êrişkar re rûbirû man. Divê kesên ku bi şîdetê re rûbirû man divê gilî bike. Kesên ku li pêş me ne siyasî ne, kesên ku li gorî xwe tevdigiren, êriş dikin û rêxistineke sûc e. Wezîfeyên wan jî hedef girtina jinê ye. Ji ber zîhniyeta xwe jinê her tim wek dijmin dinirxînin. Ji ber vê sedemê gilî kirin gelek girîng e. Divê li dijî her cureyên li dij hiqûqê bertekek bê nîşandan û hesab bê pirsin." 

Jinên ku bi tundiyê re rûbirû mayê formên ku hatî dayîn tijê kirin û piştrê gilî kirin.