"Hemu saziyên Îranê berpirsên mirina Jîna Emînî ne"

Rêxistina Efû ya Navneteweyî der barê Jîna Emînî ji ber hêceta hicabê rastî îşkenceya polisên Îranê hatû piştre kiriza mejî derbaz kir jiyana xwe ji dest da daxuyanî da û diyarkir ku divê bûyer were lêkolînkirin û berpirsên bûyerê werin cezakirin.

Navenda Nûçeyan - Rêxistina Efû ya Navneteweyî duh der barê qetilkirina Jîna Emînî daxuyanî da û bi bîr xist ku rewşa ku bûye sedemê wefata Jîna Emînî, gumana êşkencekirinê û nêzikatiya ne di cih de digire nava xwe heye û divê li ser bûyerê lêkolîn were kirin û wiha hate gotin: “Hemû berpirs û saziyên Îranê berpirsên mirina Jîna ne û divê werin dadgehkirin.”

Rêxistina Efûya Navneteweyî ji rayedarên Îranê xwest bi lez qanûna hîcabê biguherînin.

Bûyer çawa qewimî?

Jîna (Mehsa) Emînî di 13’yê Îlonê de li gel malbata xwe ji bo geştekê serdana peytexta Îranê Tehranê dike. Dema ku li gel birayê xwe ji metroyê peya dibe, polîsên hîcabê êriş dikin ser û ji ber ku xuşk û bira parastina xwe dikin, li herduyan didin. Piştre Jîna ji aliyê wan hêzan ve tê binçavkirin û ji malbat û birayê wê re dibêjin, ji bo agahîgirtina li ser keça xwe serdana Navanda Asayîşa Exlaqî ya li rêya Weza bikin.

Di heman demê de dema Jîna Emînî dibin vê navendê û êşkenceyê lê dikin. Di encama êşkenceyê de piştî çend saetên binçavkirinê Jîna Emînî krîza mêjî derbas dike û piştî derbasbûna nîv saetê hêzên Îranê nû wê radikin nexweşxaneyê.

16’ê mehê piştî nîvro Jîna Emînî li nexweşxaneya Kîsra ya Tehranê jiyana xwe ji dest da. Li gorî bijîjkên Jîna Emînî dibêjin ji ber ku derbeyek giran ji serê xwe xwariye û krîza mejî derbas kiriye jiyana xwe ji dest daye. Malbata Jîna Emîne tometên bê laçikbûna Jîna red dikin û diyarkirin ku laçik li serê wê hebû, her wiha ji wan re hatiye ragihandin ku Jîna Emînî krîza dil û mejî derbas kiriye. Malbata Jîna Emînî li ser mijarê doz li polîsan vekirine.