69 malbatên Dêrazorê li kampa Holê dimînin wê vegerin

69 malbatên ji Dêrazorê ku li kampa Holê dimînin, di nava çend rojên bê de wê vegerin warên xwe.

Navenda Nûçeyan – Rêveberiya Kampa Holê vegera dilxwazî ya 69 malbatên ji Dêrazorê ku li kampa Holê dimînin, piştrast kir.

Li gorî agahiyên ku ji rêveberiya kampa Holê hatine girtin, 69 malbatên ji Dêrazorê ku ji 254 kesan pêk tên, wê di 8’ê Gulanê de vegerin warên xwe.

Li gorî rêveberiya kampê, 18 hezar û 530 penaberên Iraqê, 16 hezar û 779 sûriyeyî û 6 hezar û 461 biyanî û 11 kesên ku nasnameyên wan nayên zanîn, li kampê dimînin.