Qamişloyî ji bo piştgiriya bi YPJ’ê re rabûn ser piyan

Di çalakiya ku Jinan li Rojava ji bo piştgiriya bi YPJ’ê re li Qamişlo pêk anî de, peyama “Çawa ku me bi têkoşîn û berxwedaniya xwe hêza xwe ya YPG’ê da qebûlkirin, bi israr û têkoşîna xwe emê YPJ jî bidin qebûlkirin hat dayin."

Qamişlo – Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava, ji bo piştgiriya bi Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) re, di 26’ê Nîsanê de dest bi kampanyayek kiribû. Hatibû ragihandin ku wê di çerçoveya kampanyayê de rêze çalakiyên curbecur werin lidarxisin. Li ser vê bingehê îro li Qamîşloyê di bin dirûşmeya “Em hemû YPJ ne û YPJ hebûna me ye” de meşek girseyî hat lidarxistin.

Meş ji Çerxerêya Sonî despêkir û heta Çerxerêya Şehîdan berdewam kir. Bi sedan jin, endamên Şardariyê, saziyên Rêveberiya Xweser, sazî û tevgerên jinan beşdarî meşê bûn. Jinên ku tevlî meşê bûn, diyar kirin ku heya YPJ ji hêla hikûmeta demkî ve bi awayek fermî neyê qebûlkirin ewê çalakiyên wan bidomin.  

‘YPJ hêza gel bi xwe ye, gel û YPJ ji hev nayê cudakirin’

Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê Kongra Star Cewahir Osman têkildarî meşê axivî. Cewahir Osman bal kişand ser rola YPJ’ê ya di nav civakê de û wiha got: “Pêwîst e em nîşanî dinyayê bidin ku me gelek tekoşîn û fedekarî kir, YPJ’ê wek hêza jin û civakê ya xweser û di heman demê de di nava YPG û QSD’ê de parastina xak, civak û nirxên xwe kir. YPJ hêza gel bi xwe ye, gel û YPJ ji hev nayê cudakirin. YPJ bûye mînak ji cîhanê re. Bi fedekariyek mezin bi hêza morala ku ji fikrên azadiyê digre di tevahî eniyên şer de li hemberî hêza herê tundrew yê terorîst şer kiriye û serkeftinê bi dest xistiye.”

‘YPJ îradeya jinên civakek rêxistinkirî ye’

Cewahir Osman balkişand ser siyaset û hişmendiya hêzên terorîst yên dijberê jin û mirovahiyê ne û wiha pê de çû: “YPJ bi raman, fikir û têkoşîna xwe peyamên bi hêz dane hêzên terorîst yên dij mirovahiyê. Keçên me yên leheng di hemû qadan de li hember siyasetên wan yên qirêj biser ketin.”

Cewahir Osman di dawiya gotinên xwe de bi van gotinan bang li hikûmeta demkî û gel kir û wiha got: “Wê tekoşîna me bi her awayî berdewam bike. Pêwîst e hikûmeta demkî YPJ nas bike. Ji ber ku YPJ îradeya jinên civakek êxistinkirî ye. Hêza YPJ’ê ne bi hesanî hatiye, ji fikrekî ku xwesteka azadî û civakek aştî û demokratîk hatiye. Hikûmeta demkî dixwaze wê siyaseta paşguhkirina mafê jin û YPJ’ê li ser me pêk bîne. Lê em vê yekê bi tu awayî qebûl nakin. Çawa ku me bi têkoşîn û berxwedaniya xwe hêza xwe ya YPG’ê da qebûlkirin, di israr û têkoşîna xwe emê YPJ jî bidin qebûlkirin.”