‘Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têbikoşin’
Gelê Mexmûrê ev nêzî sê salane bi biryardariyek xurt ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dinava çalakiyê de ne. Çalakvan bi baweriyek mezin tevlê çalakiyê dibin û çalakî bi koma 198’an didome.
Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 198’emîn, di roja 1020’an de didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 197’emîn Emîn Mijînî axivî.
‘Dewleta Tirk heta niha ti gav ne avêtiye’
Emîn Mijînî bal kişand ser pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin û got: “Ev salek li ser pêvajoyê re derbas bû, lê dewleta Tirk ti gav ne avêt. Rêxistina me gav avêtin, ji bo wê wek gelê Kurd pêwîste têkoşîna xwe hîn xurtir bike ku dewleta Tirk gavan bavêje. Em bang li CPT û rêxistinên mafên mirovan dikin ku, erkê xwe pêkbînin û zextan li dewleta Tirk bikin. Ger dewleta Tirk gavên navêje wê zererên cidî bibîne.”
Emîn Mijînî herî dawî bi biryardarî anî ziman ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad nebe, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
Merasîm, bi dewirgirtina koma 198’emîn dawî bû.